All NewsTop

Wezareta Parastinê dê 255 USD pere bide beşdarê civîna îdarî û maşê mayî jî divê ji aliyê kardêr ve were dayîn

Hikûmeta Ermenîstanê bi însiyatîfeke qanûnî derketiye holê ku welatiyê ku diçe perwerdehiya leşkerî, di warê maşê de zirara madî nebîne. Alîkarê Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Ermenîstanê Rûbên Sarkîsyan di 10’ê Nîsanê de di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt gotîe.

“Eger ez di sektora taybet de kar bikim û wek mînak 511 USD werbigirim, wê demê Wezareta Berevaniyê di heyama perwerdeyê de 255 USD dide, lê divê xwediyê kar jî 255 USD bide. Ger em behsa sektora giştî bikin, wê demê di vê rewşê de herî kêm 255 USD û tam heman 255 USD dê were dayîn. Heger ez 1280 USD bistînim, dewlet 255 USD û kardêr jî divê herî kêm 1023 USD mayî jî bide.” – rayedar diyar kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button