All NewsTop

Astengkirina Korîdora Laçînê ne hiqûqî û nemirovî ye. Rasmûssên

Ez îro çûm herêmên başûrê welêt ji bo ku ez bi çavên xwe encamên êrişa Azerbaycanê ya li hemberî Ermenistanê bibînim. Serokê berê yê NATOyê Andêrs Fog Rasmûssên, damezrîner-serokê rêxistina şêwirmendiya siyasî ya navneteweyî Rasmûssên Global di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ragihand.

“Ez li bajarê hêja Jermûkê bûm, ku şaredarî encamên neyînî yên piştî êrîşa artêşa Azerbaycanê li bajêr û bandoreke çawa ya li ser geştiyariyê nîşan da. Berê min serdana Korîdora Laçîn kir, ku tekane rêya girêdana navbera Qerebax û Ermenistanê ye. Di Kanûna borî de yekane rêya ku Ermeniyên Qerebaxê bi Ermenistanê ve girêdide hatibû girtin. Astengkirina Korîdora Laçînê ne hiqûqî û nemirovî ye.” – Rasmûssên gotîe.

“Abloqe tê wateya ku xwarin û derman bi mîqdarên pir hindik têne wergirtin û ev jî tê wê wateyê ku li Qerebaxê bi têra xwe xwarin û derman kêm e. Em bi qeyraneke mirovî re rû bi rû ne ku dikare bibe karesateke mirovî. Ev bloke ne qanûnî ye, berî hefteyekê Dadgeha Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî Azerbaycanê mecbûr kiribû ku bi rêya Korîdora Laçîn ve çûnûhatina bê asteng ber bi Qerebaxa Çiya ve were garantî kirin. Ew biryar mecbûrî ye û Azerbaycan mecbûr e Korîdora Laçînê veke. – Rasmûssên gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button