All NewsTop

Serokê Meclisa Neteweyî axaftina nûnerê Rûsyayê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nebaş dinirxîne

Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan axaftina nûnerê Rûsyayê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de nebaş dinirxîne û zêde kir ku Rûsya dikaribû wek welatekî dostanî bengek konkrêtî bikra.

Li gor zanyariyên “Armenpress”ê, Alên Simonyan di civîneke bi rojnamevan da, behsa encamên civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  ya derbarê rewşa derdora Laçînê da kirîe.

“Ev yek ji aliyê welatên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Ermenîstanê ra nînin pêk hatiye. Bi baweriya min Rûsya yan nikare yan naxwaze yan jî herdu naxwaze û nikare.” – Sîmonyan gotîe wedê, bersiva pirsa ku ew axaftina nûnerê Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî çawa dinirxîne.

Alên Sîmonyan anî ziman ku ew zendegirtî nîne ji benda Rusîaye.

Li gorî Serokê Meclisa Neteweyî, dibe ku bertekeke bi vî rengî ji ber wê yekê be ku qada berpirsyariya aştîparêzan e û bi vî rengî dixwazin berpirsyariya xwe kêm bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button