
Civîna platformê ya li Kafkasya Başûr bi formata 3+3 tê amadekirin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov re ragihand.
“Me her wiha behsa xebatên platforma herêmî ya şêwra 3+3 kir, mebesta min her sê komarên Başûrê Kafkasyayê û sê cîranên wan Rûsya, Îran, Tirkiye ye. Niha em amadekariya bûyereke din a bi vî rengî dikin û li ser roj û rojeva diyar li hev dikin.”
Hêjayî gotinê ye ku Lavrov di hevdîtina bi Bayramov re ragihandibû ku Rûsya bi îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Êrîvan û Bakûyê de eleqedar e.