PoliticsTop

Gav ber gav: Pêşbîniya encama hevdîtina Paşînyan-Alîyev

Civîna sê alî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev û Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl wê 31ê Tebaxê, Brukselê were derbaskirin.

Ji vê hevdîtinê çi tê hêvîkirin? Radar Armenia ser vê mijarê zanyarê navneteweyî, analîst, sernivîskarê rojnameya “Azdak” a bi zimanê ermenî, ku li Lubnanê derdikeve, Şahan Gantaharyan axivî.

Li gorî Şahan Gantaharyan, Bruksel berdewamî hewlên xwe yên ji bo pêkanîna mîsyona navbeynkariyê didomîne û berdewamî hewl dide, ku hevsengiya Moskowê bike.

“Ez nafikirim ku dê encamek serketî derkeve. Dîsa jî navberê mezin, warê statukoya nû de, Moskow dimîne. Di aliyê mirovî de, ne dûr e, ku Bruksel li ser xala vegerandina girtiyên şer bixebite, lê ez difikirim ku ev yek jî ji ber formula ” gav ber gav” e. Ez wisa difikirim, ku aktîvkirina Washington û Brukselê vê herêmê de, jî encamên şerê Ukraynayê ve girêdayî ye. Û pêvajo hawîrdora jeopolîtîk a tecrîta Rûsyayê de têne dîtin: “got Gantaharyan .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button