
Rêxistina dewletê “Navenda Afirînerî ya Zarokan a Taybet” bi piştgiriya Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Sportê ya Ermenîstanê wê di navbera 18-28ê Tebaxa 2022an de 9emîn Festîvala navneteweyî ya fîlmên hunera nûjen û ruhanî “Fresco” wê derbaske. Li gorî “Armenpress”ê, îsal festîval bi sernavê “Em dikarin bi hev re” ye.
Festîval îsal wê hunermend, sînemager û rewşenbîrên din ên ji welatên cuda werin cem hev. Yek ji armanca festîvalê jî aktîvkirina jiyana çandî ya herêmê ye. Li Wanadzorê wê bi hunermendên Ermenî û biyanî re hevdîtin pêk werin.
Tê plankirin ku li “Navenda Rehabîlîtasyonê ya Parêzgerê Welat” rojeke dewlemend a çandî were derbaskirin, ku tê de fîlimek navneteweyî ya berfireh were nîşankirin
“Fresco” temaşevanên nifş û çêjên cuda, ji rockê heta klasîk, klasîk heta gelerî tîne cem hev.
Di çarçoveya festîvalê de wê nêzî 40 fîlmên navneteweyî bêne nîşandan.