PoliticsTop

Piştî Çavuşoglu Bayramov bi Lavrov re axivî: aliyan pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de gotûbêj kirin

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov bi telefonê ligel Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov axivî. Hat ragihandin ku wezîran di çarçoveya hevkariya hevpeymaniya navbera Rûsya û Azerbaycanê de, ku di sibata 2022an de di asta herî bilind de hat îmzekirin, li ser geşepêdana gav bi gav hevkariya dualî gotûbêj kirin.

“Li ser gelek mijarên herêmî û navneteweyî, di nav wan de pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, bi berfirehî pevguhertina ramanan hat kirin. Li ser pêwîstiya berdewamkirina xebatê bi awayekî hişk li gor bendên peymanên sê alî yên 9ê Çirya paşin 2020, 11ê Çileya 2021ê û 26ê Çirya paşin hat balkişandin:” peyameda tê gotin.

Herwiha Wezareta Derve ya Azerbaycanê jî radigihîne ku aliyan li ser mijarên veguheztin û tranzîtê li herêmê nêrînên xwe dane hev û tekezî li ser giringiya berfirehkirina potansiyela korîdora veguhestinê ya “Bakur-Başûr” a ku di nav axa Rûsyayê, Azerbaycan û Îran re derbas dibe, kirin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di serdana xwe ya Îranê de li ser vê korîdorê axivî.

Hêjayî gotinê ye, ku Bayramov bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axivîbû û geşedanên dawî yên li Başûrê Kafkasyayê gotûbêj kiribûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button