SocietyTop

Wesfa e’mir göndê Fêrîkî ÿzdîmayînêda baþbûye, lê derçûyîn kêmnebûye

Fêrîk ÿla merza Armavîrêye t’enêye yeknebûyîye,  k’îderê her t’enê ÿzdî dijîn. Ÿla bi  miletê kêmjimar bawerbike t’emamîya salê bi xwelîbêcerkirinê û r’êncberîyê mijûle, nenihêr’î ç’êreyê wê t’ine. 205 hêktar ç’êreyê gönd çend sala pêþda hatîye firotanê, ev qirar idî serê dö salaye meh’kemêda tê h’öcetkirinê.

Angorî  imt’îyazê h’ökömetêye têr’adîtî- ÿlêda, byûcêya k’îjanêye ç’ûk heye, cara pêþin berne’me sûbvênsîon wê bê mîaserkirinê. Wesfa e’mir hatîye göhastinê, lê didûmînin  ij Fêrîkê her’in.

          Ÿla  ÿzdîmayînêye ç’ûkda þev-r’oj  mijûlin- h’eywên xweydikin û xwelîyê bêcerdikin. H’emû tiþtî we’deda pêr’a digihînin. Xwelî hindike- serîbinî 200 hêktar, ij k’îjanê qe bihöstekê  bêbêcerkirin nahêlin. Niha deþtê vekirî û xwelîya ber dêrîda t’erxûn, pîvaz û k’eskaya din þînbûne. Ÿvarê diçinin, girêdidin, sivêzû diçne sûka mezinfirotanê. H’etanî çendekî pêþcda gazindar nînbûne- p’incar’ baþ hatîye firotanê, r’ojê- 1000 destî. Niha firotan t’ine- qiseçîyê min divêje. Ewî nexwest t’emsîlve: “Em divne sûkê û paþda tînin, nayê firotanê. Sûka Mêymanderêye mezinfirotanêda lipat t’ine. Ê kö dik’ir’în, ew niha t’ev xwepêþdana divin. Pey e’ydêr’aye ev h’al, lê h’etanî e’ydê- firotanê seh’etekê nedik’iþand”.

          Bêcerkirina k’eskayê þöxölê hêsa nîne, bin te’vê nav k’erdîya dirêj dixevtin, ij zîwanê t’emizdikin. T’imê k’eskaya wan heye, lê bêcerkirina t’erxûnê tiþtekî dine- salekê hîvîyê disekinin, dö meha difroþin: “Zîlê t’erxûnê meha gölanê xwelîyêda datînin, meha saltireke dine gölanê difroþin.  Meþêda em avdidin, xwelîya medenî didinê, zîwanê derdixin, miqabilî  bih’oka  derzîdikin. Meha saltireke dine nîsanê em dibir’in û em destpêdiikn biçinin”.

          Pey t’erxûnêr’a kartola divne sûkê, lê berfa vê biharê  niþkêva k’etî þînbûna kartola paþda ÿxistîye,  sör’ê hêþnayî biribû. Kartolê zûgihîþtinê vira deþta vekirîda diçinin, germok bawerbike t’inene. Fêrîkêda xwelîyê nav salê dö cara bêcerdikin.

          “Kartola, wekî em derdixin, mehê tîrmeh-t’ebaxê em idî xîyara diçinin, cefa ze’fe”.

          “Gênim em didrûn, paþê em lobîyê sor dinikînin. K’ar diha ze’fe- ij malê em kîlogramê bi 1000 drama difroþin”.

          R’ûstem H’esenyanê serk’arê ÿlê divêje, wekî ij 128 hêktar e’rdê göndî r’akirinê 30 hêktar genim û  cehene, 30 hêktar-once. Par dest kêmasîya avê  debir kêm dirûtin, ç’êra wan t’ine. 205 hêktar ç’êra Fêrîkê çend sala pêþda hatîye firotanê, paþê careke din hatîye firotanê. Qala t’ev milk’edarê ij Sûrîaêyî t’eze niha meh’kema veîmt’îhankirinêda tê îmt’îhankirinê. Ÿla ÿzdîmayînêye ç’ûkda 1000 serî h’eywanê gir û hûr xweydikin, þîr- bi 190 drama difroþne fêrmêra. Göndda cahil kêm hene, diçne Ûr’isêtê. Derê malê sirêdor têne dadanê.

          “Mala pêþber, mala  dine döqatî, mala e’nîþkêda, t’emam Ûr’isêtêdanin. H’ersê kör’ê min jî çûne, emê jî her’in, em bimînin çi bikin, bêy zar’, bêy nevî? Kör’ê min wira h’îmê germoka danîne û pamîdora  bêcerdikin. Baþ dijîn”.

          Ij 99 mîalhebûna derê 47-a dadaîye. Fêrîkêda wesfa e’mir bere-bere  baþbûye, lê derçûyîn nesekinîye. Par “Bi berne’ma h’emzemanîkirina ösûlê avdanê” ya benka Avroasîaêye pêþdaçûyînê 2250 mêtr t’or’a avdanêye nîvlûla hatîye avakirinê. berne’me bi alîk’arîya xêratka’r mîaserkirine- R’ûstam H’esenyanê serk’arê ÿlê divêje: “Çimkî ÿla me ç’ûke û byûcê hindike, me nikarbû 10% r’ik’inkirin bikira. Bahê berne’ma benka Avroasîaêye pêþdaçûyînê 100 h’ezar dolarbû û 10 h’ezar dolar me gere edakira, lê byûcêya meda serîbinî 4000 dolarê me hebûn. 6000 dolar kör’ê Mîrza Sloyanê xêratk’arê me dan.

          Fêrîkê îsal t’ev berne’ma sûbvênsîonve: r’onkaya derva wê derbazkin. H’ökömetê imt’îyaz dane ÿlê bi byûcêya ç’ûk- ij byûcêya dîwanî çapa h’emfînanskirinê bi zêdekirina bi 10%-a.

          Lîlît’ Mûþêg’yana midîra marzpêtarana Armavîrêye berne’mê pêþdaçûyînê, seyremîþbûnê û þirovekirinê: “Çimkî byûcêya wê ÿlê t’ine, ze’f ç’ûke û  me ze’f dixwest, wekî t’ev berne’mêve. T’emamîya p’êç’anê idî wezareta serwêrîkirina cî û binxeleqadaye. Bahê berne’mê 4 mln 600 h’ezar drame, 55%-ê k’îjanê dewletê h’emfînanske, 45%-a- ÿl”.

          Pey erêkirina berne’mêr’a 6 k’ûçê gönd wê bêne r’onkayîkirinê: 2 km t’or’a r’onkaya derva wê bê derbazkirinê, 39 lêd lempê ÿnêrgîahêwþandinê û stûnê bêne cîwarkirinê. Göndê bi 400 binelîyada dik’an û dermanxane t’inene. Serk’arê göndê Fêrîkê hazire alî wan bike, ê kö wê bixwezin göndda niqitka  k’ir’în-firotanê vekin. Lêbelê, göndî divêjin: “Ij Ermenîstanê dereke xweþ t’ine, her t’enê Ermenîstanda jî, Ûr’isêtêda jî e’dlayî heve. Bira e’dlayî heve, h’emû tiþtê baþve”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button