CultureTop

Ösûla xêrxwezîya ermenî-ÿzdîyaye bîranînê- h’ec, r’oja vekirina îbadetgeha Taûsê Melek k’ivþbûye

Seva ÿzdîyê r’ûbarê dinîyayê belabûyî r’oja vekirina îbadetgeha Aknalîç’êye Taûsê Melek û 7 meleka bûye cejin, lê  îbadtgeh- h’ec. Sê sala pêþda- 29-ê meha îlonê, bi  xemxörîya Mîrza Sloyanê xêratk’arê miletê kêmjimarî r’öh’r’onkayî warê marza Armavîrêye Aknalîç’êyî pîrozda îbadetgeha 7 meleka û midîrê meleka- Taûsê Melk vebû, lê Mîr T’asîm Bêkê r’êberê r’öh’anî ew r’ojê e’lambû r’oja h’ecê. Îbadetgeha Taûsê melek û 7 meleka pey warê Laliþî pîrozr’a îbadetgeha ÿzdîyaye heregire.

Ij sala 2019-a destpêkirî- 29-ê meha îlonê seva ÿzdîyê dinîyayê r’oja adçûyînêye- bi qirara r’êberê ÿzdîyê t’emamîyap dinîyayê. Wê r’ojê bi pêþdestîya Mîrza Sloyanê ÿzdîyê xêratk’ar Aknalîç’êda îbadetgeha Taûsî Melek û 7 meleka vebûye. Adçûyîn bi kêra cejnî û bi qedirgirtinê hevr’êdive.

Pey avakirina îbadetgehêr’a ÿzdî qeydê ayîna xwe vira diqedînin, ij Ewlî döa’ distînin. P’êxas dik’evne îbadetgehê û e’wil töadivin. A’rif Sadaxyan, ê kö idî serê 20 salaye Almanîaêda dimîne, warê pîrozdaye- bi k’ömê miletîyê. Em p’êxas dik’evne îbadetgehê.

“Derxistina sola qedire. Eva nîþana töabûnêye e’wile”.

R’ûstam Bak’oyanê dêpûtatê CM warê pîroz wesifdike çawa seveva miletp’arêzîyê, k’îjanê bawerî û medenyet meh’kemkir û danîne ser dereca t’eze. Ösûla xêrxwezîyêye bîranînêda tê têr’adîtinê isa jî merk’eza medenyeta ÿzdîya avakin.

“Em difikirin, wekî pêþer’ojêda vira gere mozexane, merk’eza medenyetî, dersxanevin. Divek em isa jî bi  cûr’ekî din tiþtekî din pêþdestîkin, lê vê demê ew heye, çi hûn divînin”.

Hambarzûm Mat’êvosyanê marzpêtê Armavîrêyî t’evbûyê 3-salîya cejna adeçûyîna vekirina îbadetgeha Tasûê Melek û 7 meleka dilqê ÿzdîya, ê kö marza Armavîrêda dijîn, nav þöxölê avakirina dewleta meda ferz h’esavdike.

“Bi avakirina vê îbadetgeHa mîroz me p’evgirêdana herdö cime’tê meye biratîyê, hazirîya yek me alî yekî bike, careke din erêkirîye,”.

T’emamîya pêþerta hene, wekî ÿzdî Ermenîstanêda medenyet, bawerî û e’detê xwe xweykin, lo hila, wana pêþda bivin û t’ehwîlkin.

Medenyeta ÿzdîyaye miletîyêda cejn û ayînê r’öh’anî cöda divin.

Ösûla xêrxwezîya ermenî-ÿzdîyaye bîranînêye göndê marza Aravîrêyî Aknalîç’êda isa jî pênc heykelê bîranînê werdigre.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button