EconomicsTop

280 t’eref 100 welatê dinîaêda: Avîahevaltîya Lyûft’hansa-ê p’êyî sûka ermenî dike

Avîahevaltîya Lyûft’hansa-êye dinêe’yan dik’eve sûka ermenî. Çawa Marsêlo Vêndêyê serwêrê hevaltîya “Fir’egheqê Armênîaye ort’emiletîyê” nav qisa t’ev r’ojne’mevana got, hevk’arîya t’ev avîahevaltîke herenavdar û bi göman seva binelîyê Ermenîstanê mecalê t’eze wê bie’frîne, cöda gotî, ew dikarin bi 280 t’erefa 100 welatê dinîyayêda r’êwîtîyê bikin.

Bi gilîyê wî- saya wê hevk’arîyê diha gele r’êwî wê bêne Ermenîstanê. Ij WAY û welatê YA r’eqema r’êwîya sala 2012-ada h’ersal zêdedive.

Lo hila, ew hevk’arî erênî wê bike ser malhebûna welêt.

Destpêbûnêda temê Lyûft’hansayê heye nav h’evtê sê fir’îna ij Frankfûrtê R’ewanê û bi t’erefê bere’k’s mîaserke. Paþwextîyê fir’înê t’eze ij R’ewanê berva Vîênnayê, Bryûsêlê, K’yolnê û Frankfûrtê wê mîaservin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button