PoliticsTop

Sedrê CE serekwezîr, serk’arê qelfê þêwirxanê û herek’eta xilazkirina Wet’en vexwendîye li r’asthatinê

Bi meremê e’ne’nekirina h’alê sîasîêyî höndör’î welatê meda e’firî û dîtina safîkirinê alt’kirina boranîva hinartîye döalî qebûlkirinê serekwezîrê CE, serk’arî qelfê þêwirxanê û serk’arê herek’eta xilzakirina wet’en 13-ê meha adarê, seh’eta 12-a vexwendîye li r’asthatinê sera sedirtîyê.

Çawa ij serwêrtîya îdara sedrê CE-êye p’evgirêdanê t’ev civakê e’lamî “Armênprês”-ê krin, e’lametîya sedrê CE-êda tê gotinê:

“Welêtda borana sîasîyê pêþda diçe, h’al sertbûyî dimîne, encamê k’jdanîye têdernexistinê û paþdaveneger’andinê dikarin seva dewlet û dîwana me hevin.

Pirsgirêk ze’fin, safîkirina wana de’wa isa jî göhastinê lez û ösûlî dike, nav wê hejmarê- ê destûrî û qanûndarîyê.

Çawa h’ökömet, isa jî qewatê þêwirxanê û þêwirxanê der gele cara semt’girîyê xwe dîharkirine. Lê, hevdöserwextbûn û xwestina ber hevdö daxöarinê t’inene. Lo hila, bangînê hevr’ayoleneçûyînê bûne ê heycar.

Þertê e’firîda meremê minî t’enê ew bûye û dimîne, wekî em welêt ij lerza dûr xweykin û e’frandina h’alê isa betalkin, k’îjan dikare bigihîne encamê têdernexistinê.

Bi derk’etina ij k’ara dewletê û cime’tê- safîkirina h’al idî de’wa paþdaneÿxistinê û û e’mirdare.

Bi serwêrîbûna bi k’ara h’emdewletê û h’emmiletîyê- bi meremê e’ne’nekirigna h’alê mewcûd û dîtina safîkirinê alt’kirina boranêva hinartîye döalî qebûlkirinê ez  serekwezîrê Cimhöryetê, serk’arê qelfê þêwirxanê û serk’arê Herek’eta xilazkirinap wet’en 13-ê meha îsaline adarê seh’eta 12-a t’eglîfî r’asthatina sera sedirtîyêda dikim.

Ez bawerîya xwe careke din erêdikim, wekî r’iya serr’astkirina dötîretîaye t’enê hevr’axeverdan û cotxeverdanin, lê r’iya pêþdaçûyîna Ermenîstanê û Arsaxê- civandina cefa û mecalê me giþta û her kesî.

Îdara sedrê cimhöryetê çe’vnihêr’îye h’etanî 11-ê meha îsaline adarê seh’eta 18-a ij vexwendîya dengvedanê derheqa t’evbûna r’asthatinêda, bistîne”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button