PoliticsTop

20 h’ezar e’skera zêdetir xeleqêda wê bimana: P’aþînyan- derheqa t’emesûka bêþöretda

Serekwezîrê CE dide bawerkirinê, wekî we’dê qömandar hatibû- bi h’esavê boy kirina e’mrê wan e’skeraye bin qezîaêyê çawa bedenî, isa jî sîasîyê.

N. P’aþînyan wexta qolkirina e’lametîya sêalî serwextbûye, wekî îht’malîya þeh’îdbûna wî bêh’ed mezine

Derheqa wê yekêda ewî ÿfîra k’eseda got- bi k’ivþkirina, wekî qolkirina e’lametîya sêalîye derheqaQerebag’êda nav civakê bêgömanî pêþda anîy, û pirsê p’ir’hejmar hene, wekî meriv ij wî ç’e’vnihêr’î cavêne.

“Ermenîstan û cime’ta ermenîya r’ojê bêh’ed çetin dijîn. Dilqê me giþtada k’eder heye, ç’e’vada- hêsir. T’emesûka seva Ermenîstanê ne k’ardar çima hate qolkirinê. Ew wan þertada qewimîye, çaxê þtaba qewatê CE-êye sîlih’bûîye sereke gotar dida, wekî her deqek ze’f ferze û deqekê pêþda gere þêr’ bidine sekinandinê. Sedrê Arsaxê e’þiratî dida, wekî h’erke e’melê e’skerîyê nesekinin, bi sênarê r’ojda, berç’e’v bile nav seh’eta dikarin Stêp’anakêrtê indakin”,- P’aþînyan got.

Bi gilîyê wî- gelek dikarin bêjin, wekî h’erke me Hadrût’, Þûþî indakiribûn, me dikarbû isa jî Stêp’anakêrt indakira û ij wê gele tiþt wê nehata göhastinê

“R’astî tiþtekî dine, h’erke em Stêp’anakêrt indakira, meyê Askêran, Martakêrt indakira, çimkî ev þeher dem þêr’ piþt bûn- ij pêþe’nîyê ÿp’êce dûr û xeleqê piþtgirîyê t’inebûn. Isa jî ewqa qewatê þer’van t’inebûn, k’îjana dikarbûn p’arastina van þehera mîaserkira. Lê pey qelsbûna van þeherar’a wê çi biqewimîya: neh’îyê OX-êye 2-a, 3-a, 4-a, 5-a, 6-a, 7-a-ye xwexweykirinê nav h’esara neyarê wê dîharbûyana. Çi h’esavdive, wekî 20 h’ezar e’sker û zapitê me zêdtir h’alê h’esarbûna hindava e’skerê neyarêda wê dîharbûyana- e’seyî bi dîharbûna ber bergeha þeh’îdbûnê û hêsîrk’etinê”,- ewî da k’ivþê.

Van þertada bi serwextbûnê isa jî alt’bûna K’arvaç’ar’ê û K’aþat’ag’ê wê bibûya- bi gîhandina bela seranser.

Bi delîlî, bi mewcûdîya dilqê qömandarê herîbilindda, hima ij r’oja þêr’e pêþin min pirsgirêkê isa danîye ber QS, lê çaxê h’al die’fire, çaxê e’sker nikarebike ser meþa qewmandinaye paþwextîyê, idî ne kö e’sker gere boy wet’en bê köþtinê, lê wet’en gere her’e  nedirkirina, boy e’sker, qömandar e’mrê ne köþeh’îdbûnê bide e’sker, lê xwexa gere boy e’sker þeh’îdve. Min bi vê serwextbûnê t’emesûka bêþörete we giþtava e’yan qolkirîye û wexta  qolkirina wê  ez serwextbûme, gendî îht’îmalîya þeh’îdbûna min bêh’ed mezine ne kö t’enê bi fikira sîasîyê lê isa jî bedenî. Lê e’mrê 25 h’ezar e’skera diha ferzbû, ez difikrim, isa jî seva we. We’dê wet’en hatibû- seva wan  e’skerê seva wet’en tiþtek nehêviþandî her’ne  qörbanîya, û  ew t’emesûk min bi wê fe’mberîyê qolkirîye”,- serekwezîrê CE got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button