SocietyTop

Ezê we hînkim ezdîkî bifikirin

E’frandar: Davîd Dabaêv

T’exmîna we, gelo hûn seva e’mel û fikirê xwe cave didin? Pirsgirêk ewe, wekî em bawerin, wekî em azane bifikirin û e’melbikin, çawa em dixwezin û k’engê dixwezin, lê gelo ew yek isaye? Bifikirin, çima hûn vê miqalê dixûnin? Çima hûn ser vê hinartinêva derbazbûn, de, wê yekêr’a çi heye, hûn r’ast difikirirn, wekî ezê we hînkim hûn ÿzdîkî bifikirin?

Çi h’eye, h’erke ez bêjim, wekî em serîbinî, her t’enê dinîaêda dijîn, li k’ö dewsa me h’emû tiþt idî safîkirine- bi mêt’oda “Bi sêlêksîa serwextbûna sosîalîyê”. Eva çîye û  t’ev çi ev yek heye?

Mesele, em yazîya cime’ta xwe- ÿzdîya hildin. Em temam t’arîxê baþ zanin, bi dirêjayê, nav k’îjanê cime’ta me dîn, medenyåeta me yan ferezî pey wê yekê diçe, wekî em ÿzdîne. Saya vê yekê nav fikra me em wa bêjin,“govek” dîhardive, k’îjan nav me h’esîna tirsê û bêç’arîyê die’frîne. Ev “h’al” xwexa me mecbûrdike em ij e’ynîtîya xwe paþda bisekinin, bawerîke din qebûlkin, zimanê xwe bîrkin. Bîrkin, k’a tö k’îyî. Çima ev “h’al” dîhardive? Derheqa vê yekêda mêt’oda “sêlêksîa serwextbûna sosîalîyê” mer’a wê gilîke.

Ev mkêt’od bi alîk’arîya manîpûlyasîya xevera, e’mela,  serwextbûna me dive berva wê yekê, k’a ew çi dixweze. Mesela ij clme’ta me îzbatîya vê yxekêye bêqösûre. Dixwezî bivî filankes? “bijartinê” didine me ij e’ynîtîyê xwe boy h’alê paþwextîya xweye xweþ paþda bisekinî. Eva r’astî jî dixevte, mesela wê yekê gele ÿzdîne, xazma cahil, wekî cödavin û xwe bidine k’ivþê, göhdarîyê bidine ser “nefsa” xwe, t’erka dînê xwe didin û bi zimanê xweyî dê xevernadin.

Pirsgirêk ewe, wekî çaxê em xevera “manîpûlyasîa”dibihên, em serwextdivin, dewletê sîêda, xeverdanê cûr’ê baþqe-baþqe, k’îjan axirîyê me divne berva  nezerê baþqe-baþqe. Ez, we didime bawerkirinê, mêt’oda “Sêlêksîa fikra sosîalîyê” h’eta merivê weyî nêkzîk dide xevatê, ît’bara xwe hûn k’ê tînn, û na, ew bi serwextbûnê wê yekê nake. Mervê weyî nêzîk, ê kö t’emîyê dide we, bi þertî:  k’a çawa k’inca wergirin yan nav cime’tê xwe çawa xweykin, bi van e’mela û  xevera ew seva we  “h’al” die’frîne, k’îjan dikx’eve nav fikirê we û wira sêlêksîa qîmeetê we derbazdike. Ev mêt’od axirsongî dive parazît, k’îjan bere-bere goveka t’esîrê diha pêþda dive. Ezê awa, çi bêjm- h’etta vê gavê hûn bin t’esîra vê mêt’odêne, bi bihîstina vê miqalê.

Em hildin, mesele, hima mecalê dinîaêye ST’, k’îjana pey qewmandinê sala 2014-a, wekî hatne serê cime’ta me, destpêkirin derheqa cime’ta meda diha gelekî binivîsin, wekî dinîya derdê me bizanve. Vira pirsa ment’eqî pêþda iê: Çima destpêkirin me pey xûna r’êtêr’î t’exmînkin? Niha ev gilîyê min we h’evekî zendegirtîdihêle, lê wana destpêkir me t’exmînkin, çimkî van qewmandina destpêkir k’arê bidine wan. Erê, hima k’ar bona wan balk’êþe. H’etanî van qewmandina em t’inebûn? Em t’imê hebûne û hene. Erê, hilbet, em þêkirdarin, wekî axirsongî civaka dinîayê em t’exmînkirin, lê bi çi qîmetî? Çaxê ij Nadîa Mûradê bipirsin, gelo ewê bixweze “xelata nobêlîêye e’dlayê bistîne”? bi zanjebûna, wekî ewê zêndî bimîne? Hûn çi difikirin, ewê çi bêje…

T’ev vî h’emûþkî, çi min jorê got, MST’  h’esîna tirsêû paþwextîya ne bêqezîya dikine dilê meriva. Dîsa mêt’oda “fikira sêlêktîve sosîalîyê” dadik’öte li e’mela.

Lê em çi bikin, h’erke em xwexa vê mêt’odê nav “Ez”-a xwe die’frînin, em xwexa vî h’alî die’frînin û bi  wî dijîn. Gelo ew isaye? Gelo em dikarin vî h’alî bêy t’esîra derva bie’frînin, yan jî vî h’alî seva merivekî din bie’frînin?

Qanûn, stêrêotîp, dogmayê dînîye  t’omerî qebûlkirî. T’emamîya van seveva e’meldikin, vî yan wî cûr’eyî ser fikirmîþbûna me.  Em çiqasî qewîn jî nexwezin, çiqasî bilind jî em nekne qîjîn derheqa nefsa xweda, em nikarin  ij vê mêt’odê “der” bijîn. Lêbelê, bine’mre bi govekê xwe  bice’dînin tiþtê din de’vdin, k’îjana dixwezin meva bialînin. H’erke we h’etanî xilazîyê ev miqale bihîst, dêmek hûnê t’exmînikn, wekî paradok’sek pêþda hat. Ev paradok’s ewe,  wekî h’emû tiþt ij wê “Ez”-ê destpêdive û wergöhêzî “Ez”-a t’omerî dive, k’îjan paþê nav mêkt’oda “Sêlêksîa serwextbûna sosîalîyê” tê xevtandinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button