SocietyTop

Fir’inda ardimîya merivdostîêye sisya ij Ermenîstanê fir’î Libnanê

Fir’inda bi hûrmûrê ardmîya merivdostîêye sisyaye ij CE h’ökömeta Libnanêva hinartî ij fir’egeha “Zvart’nos”-ê çû. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- ardimîya merivdostîêye 12 tonna zêdetir, k’îjan tê þandinê li Libnanê, nav xwe xörek, deranîna têk’stîl, têxnîka kompyûtêrîyê û dû-dermana daxildike.

Hûrmûrê ardimîyê, k’îjan têne þandinê li Libnanê, angorî ÿht’îyacê alîyê qebûlkirinê hatne bijarritinê.

Ij Ermjnîstanê fir’îna e’wil 8-ê meha t’ebaxê qewimîye, ya döda- 9-ê meha t’ebaxê- ij navê cime’ta Arsaxê. Fir’inda ardimîya merivdostîyê cîgöhêzî Libnanê kirîye, k’îjanê dû-derman û hûrmûrê doxtirîyê daxilkirine, bona alîk’arîyyê bidine ziyanêk’etîyê ij t’eqîna 4-ê meha t’ebaxê gemîstana Beyrût’êda bûyî.

​4-ê mha t’ebaxê Beyrût’a p’ayt’extê Libnanêda t’eqîna zor kirîye gör’egör’. Þe’da ya bûyî þikilkirye û wêranbûn t’emsîlkirine, k’îjan dor-bera bûne. Þikilkirinê p’êla derbê tênivîsîye, k’îjanê mal-avayê çend kîlomêtra dûr lerizandine. Bi salixê xilazîyê- r’eqema qörbana 220-î derbaztirbûye, 5 h’ezar meriva zêdetir birîndarbûne. Dest t’eqînê 13 ermenî hatne köþtinê, 300- birîndarbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button