SocietyTop

Xartîya avropîye zimanê neh’îya yan zimanê kêmjimara monît’orînga heq û azayê kêmjimarê Ermenîstanêye miletîyê derbazdike

K’omeke  xebîraye ij xartîya Avropîye zimanê neh’îya û zimanê kêmjimara Ermenîstanêdaye. Meremê k’oma miqatbûnêyî h’îmlî ewe, wekî h’alê zimanê neh’îya yan zimanê kêmjimarayî welêtda lêk’olînke, qedandina dewlet-t’evbûya qîmetke û, li k’ö ew îht’îmale, e’þiratîyê bide dewlet-t’evbûya berebere bigihîje dereca heqxevtandinêye diha bilind. Govekê serdanêda k’oma xebîra li göndê  qeza Armavîrêyî Êrasxahûnê û göndê olk’a Aragasotnêyî Elegezê qesidîye. Isa jî r’asthatina wek’îlê t’eþkîltê û  k’oma xebîraye t’ev wek’îlê civaka ÿzdîya qewimîye, wexta k’îjanê pêþdanîn hatne kirinê bi pirsgirêkê kêmjimarê Ermenîstanêye miletîyê.

Merk’eza ÿzdîaye bi heqê mêriv cêrge pêþdanînê p’arastina e’ynîtîya ÿla ÿzdîaye Ermenîstanêva hinartî hatne kirinê:

-De’wmeþandina miletîêye seva safîkirina pirsa, ê xweykirina zimana û xweþitêtîya miletê kêmjimarva hinartî r’êkpêkkin û mîaserkin.

-Xwendina berî mek’t’evêye bi zimanê miletê kêmjimar ewlekin.

-Cimhöryeta Ermenîstanê gere berne’mê zimêne k’ardar û qörsê seva dersdarê miletê kêmjimar t’eþkîlke, k’îjan gere çawa mêt’odologîya dersdayînê, medenyetê, xweþivêtîyê û heqê miletê kêmjimare h’îmlî wergirin.

-Qirara bona h’esavkirina aylixa dersdarê miletê kêmjimar gere ij  baza formûla li ösûla xwendina bona t’evbûna dersdarê wesifkirîye pêvajoya xwendinêda baþqe, cödave. Seva wan gere aylixa layîq bê têr’adîtinê.

-Zimanê ÿzdîya gere li cîyê serhevdö jîyîna wan e’seyîve. Pêþtirî wê, þagirtê k’oma yekê gere bikarvin dersê dine bi zimanê xweyî dê hînvin.

-K’omê xebîra bie’frînin seva nivîsar û û neþirkirina k’itêvê dersaye wesifbilind û pêvajoyê bikin ya lap þefîv.

-Berne’mê bi zimanê kêmjimara bi dûrdîtinoka civakî hazirkin. Me’nedarîya mîaserkirina p’arê miletê kêmjimare li r’adîoya civakî ewlekin, bi wî h’esavî, wekî k’omekê bidine xweykirina zimanê kêmjimar.

Þanda pisporê Þêwra Avropayê bi encamê monît’orîngê h’esavdarîyê wê hazirke. Ew h’esavdarî t’ev sipartina wê t’emsîlî Komîtêa Þêwra Avropaêye wezîrave.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button