Society

“Jin civaka ÿzdîyada sedsalîya 19-ada çawa dihatne qebûlkirinê. E’det û bawerî”

E’detî cûr’ê e’mrê k’oçerîyê hine bawerîyê ÿzdîyada hebûn. Bawerîya li hazirîya “Al-Karîsîyê” (“Jina sor”), k’îjan gele medenyetada heye û h’esavdive ziyandar seva jinê h’emle û zar’ê sava,  isa jî nav jinê ÿzdîya belabûyîbû. R’ê û r’izmê baþqe-baþqe seva p’arastina jinê h’emle, zar’a t’ezebûyî ya dê ij meçêtira dihatne derbazkirinê. Xwestin bi jina bi navê Pîra Fat (O dayê Fat/Fatme, min ij xiravîyê bip’arêze). Pêþtirî wê, döa’yê baþqe-baþqe dihatne kirinê, wekî alî jin û qîza bikin, wekî  mêrkirina wane baþ heve. Angorî bawerîke ÿzdîaye din, t’irêq nav cime’tê lemp destê wanda derbazdibûn, û mêra û jina bi destê xweyî r’astê ser lemp’ê badikirin, ew t’emizdikirin, lê paþê destê r’astê birûyê ç’e’vê r’astê dixistin û, axirîyê, ew lêva xwe dixistin. Wî çaxî jinê destdergûþ ew bi r’ûn angorî e’det döa’ li wan dikirin. K’îjanar’a hila hê lihevnedihat destê xwe bidine ser lemp’ê, hila hê destê xwe dirêjî ÿgir dikirin. Wexta h’ecê jinê mêrkirî, zar’ê k’îjana hila hê t’inebûn, ij k’oçeka, ê ij sinifa r’öh’anîyê, kevrê döa’lêkirî dik’ir’în, wekî zar’ê wan hevin, û keç’a jî ew yek dikir, wekî paþê mêrkirina wane bextewar heve.

Çawa nav xaçp’arêzîyê, nav ÿzdîya k’oma jinaye bi navê “Feqrîyet” hebû, k’îjan jinebî û bik’iribûn, ê kö qet mêrnekiribûn, lê xwe p’êþk’êþî xizmeta ayîna dîn dikirin. Borcdarîyê wane hereferz hazirkirina ç’irayê seva qöva Þêx Adî, hazirkirina þemdana û birina wane li qövê werdigirt. Feqrakê serk’arî feqra dikir, û  hejmara wan  we’dê baþqe-baþqe dihate göhastinê. We’dekî h’etanî 500 feqra hebûne. Ev jin ij jinê civakêye din bi wê yekê cödadibûn, wekî k’incê sipîye dirêj werdigirtin. Çaxê yek malêda dimir, pey wê yekêr’a çaxê k’arê xwe hewarîyê dikirin û diçûne ser mezel, jina ê r’e’metî k’incê sipî werdigirt, paþê t’öz û xöbar  xwe dikir, wekî derdê xwe bide k’ivþê, û t’ev heval-hogirê xwe t’ev hewarîya diçû. Çaxê cinyazê ê r’e’metî dadixistine t’irbê, jina gölîyê xweye dirêj bi meqesê yan k’êra mêrê xwe çawa nîþana h’izkirinê û ît’barê, dibir’în, û ew gölî t’ev cinyaz h’eddikirin. Bi gilîyê Sabîhî Yalkût, gölîyê bir’î ser mezel yan kevrê mezel dihatne danînê. Himberî mêra, wexta h’edkirinê her t’enê kevir didane bin serê jinê. Her meheke salêye nîsanê jin diçûne ser mezel, xêr didane hatîya û dor-ber didane hev. Jinê ÿzdîya t’ö mîrat’ ij bavê xwe nedistendin. Çaxê bav dimir, t’emamîya hebûkê, nav wê hejmarê qelnê bûkê, k’îjan qîza, wekî mêrkiribûn, gere bistandana, navbera kör’ada dihate p’arevekirinê.

Encamanîn

Wexta h’eyamê sedsalîyê 19-apû 20-î himberî mêra dereca jinê ÿzdîaye döda hebû. Dereca lape ferz, wekî dibû þertê meh’kemîya vê praktîkayê, ewbû, wekî civka ÿzdîya jîyîna bi e’mrê xewlebûyî çêtir h’esavdike. Lêbelê, navbera ÿzdîya û civakê neh’îêye dinda firqîyê berbiç’e’v hebûn, ij k’îjana ya here berbiç’e’v ewbû, wekî nav e’mirê civakê jina h’evsa xwe p’evgirêdana t’ev mêra nedikir, lê aza t’ev wan xeverdidan. Bi çapînîþê we’dê xwe ew praktîka ÿp’êce pêþdaçûyîbû, wekî hindlavap t’emamîya ecnebîyada bi yekdengî hatîye k’ivþkirinê, ê kö t’ev ÿzdîya k’etine nav p’evgirêdana.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button