PoliticsTop

Nîkol P’aþînyan t’ev xevatia konfêransa YÛNÊSKO-êye 40-îye sereke bûye

Nîkol P’aþînyanê serekwezîr, ê kö bi serdana xevatê P’arîzêdaye, t’ev Anna Hakobyana bermalîya xwe qesta merk’eza YÛNÊSKO-ê kirîye, li k’ö t’ev xevata konfêransa t’eþkîletêye 40-îye sereke bûye. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lamdikin- hinda  derê merk’ezê Odrî Azûlêyê serwêrê YÛNÊSKO-êyî sereke pêþîya serekwezîr û bermalîya wîda çûye. Pey r’izma fotoþikilkirinêr’a serekwezîr t’ev e’ne’nekirina “R’êînvênt’îng lîrnînc”-êye t’êmatîk bûye, t’ev k’îjanê bûne isa jî serk’arê cêrge welata û þanda. Gilîyê xweda serekwezîr paþda veger’yaye ser wergöhastinê ösûla serwêrîkirina dîwanîye Ermenîstanêda, lê isa jî warê xwendinêda mîaserbûnê. Nîkol P’aþînyan bilindkirina wesfa xwendinê h’esavkirîye pirsgirêka de’wmeþandinê û daye k’ivþê, wekî pêþdaçûyîna war merk’eza göhdarîya h’ökömeta CE-êdaye. Serekwezîr daye k’ivþê, wekî me’na de’wmeþandinê seva civakê heye û pirsgirêka h’ökömetêye bi berne’mê t’ezevantîyê pêþdaçûyîna war r’öh’darke û binxeleqa baþke. Paþê serekwezîr pirsqise daye çapgerîya YÛNÊSKO-ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button