PoliticsTop

Naskirin qewate, ne kö sistayî: Sedrê CE t’ev “Nyû Yor’k t’aymz”-ê derheqa naskirina Qir’a ermenîyada xeverdaye

Hindava T’irokîaêda naskirina Qir’a ermenîya pêr’a jî wê bive naskirina wê delîlê, wekî ew welat ser r’iya bûyîna dewleta berbihêre. Derheqa vê yekêla Armên Sargsyanê sedrê CE nav qisê gotîye, k’îjan daye R’ojêr Kohênê r’ojne’mevanê kovara Amêrîkaêye “Nyû York’ t’ayms”-êye navdar. “Naskirina ewê delîlê, wekî e’mrê sadeda,  malêda, nav eleqetê t’ev hevala te tiþtek þaþ kirîye, qewate. Ne cayîze ewê h’esavkin nîþana sistîyê”,- Armên Sargsyan daye k’ivþê- bi paþdaveger’andina ser Qir’a ermenîya û sîasîya T’irkîaêye înk’arkirinêye vê pirsêda. Çawa “Armênprês” e’lamdike, R’ojêr Kohênê r’ojne’mevan “Nyû York’ t’ayms”-êda miqala h’ecimfire belakirîye, k’îjanêda paþda veger’yaye isa jî ser delîla  hindava sera WAY-ye Wek’îlada qebûlkirina qirara naskirina Qir’a ermenîya. “Temamîya dîwanxanê Ermenîstanêda dikarî þikilê ç’îayê Girîdag’ê bivînî, k’îjan vê gavê T’irkîaêdaye, r’emza  h’izret, k’öbarî, gömana paþdaçûyînê û Qir’a ermenîaye, k’îjan sala 1915-a destpêbû, Qeyserîyav osmanîêda mîlîon nîv ermenîya zdetir hatne köþtinê. Vê h’evtê sera Wek’îla, bi  ber tiþtekî h’esavnekirina e’þiratîyê t’irka, qirara naskirina wê qir’ê qebûlkir. Barak’ Obamayê sedir isa jî ew nasnekir, lêbelê sala 2008-a çawa pêþendamê sedir soz dabû. R’êalpolîtîkê zor e’sasê wî birin”,- Kohên dinivîse. Miqalenivîs isa jî paþda veger’yaye ser t’arîxa pêþdahatina miqabilîhevbûna QÇ’- bi tênivîsara, wekî îro sînorê Ermenîstanêyî dadayî t’ev Adrbêcanê û T’irkîayê heye û her t’enê sînorê t’ev Görcistanê û Îranê vekirîye. “Lêbelê, min ermenî bi r’öh’ê neþikestî dîtin.  Îro çi me’na sînorê fîzîkî dikare heve? Weke sê mîlîon bajar’vanê Ermenîstanê t’ev ermenîyê Maciratêye çend cara zêde nav p’evgirêdana miqmîdanin, ê kö t’imê cema diþînne li wet’en. Bi hebûna sêktora têxnîkîêye qewîn- Ermenîstan xwe h’esavdike welatê startap’. Nezera welêt diha gerelekî paþwxtîyê, ne kö we’dê derbazbûyîva hinartîye. Îngalaba sala 2018-a welêtda mîaserbûyî, wexta k’îjanê ç’ilke xûn ner’ijîya, bihöþt neanî, lê ewê fatalîzm da hilanînê. Meriv t’exmîndikin, wekî azaya wan heye- wê yekê bikin, çi dixwezin”,- e’frandar dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button