CÎÎ t’ö göhastineke neh’îyê qebûlnake, t’omerîbûna t’opraxa welatê neh’îyê gere bê xweykirinê. Çawa “Armênprês” salix dide, derheqa vê yekêda Moctaba Zolnûrîyê sedrê encomana Civata CÎÎ-êye Miletîêye bêqezîabûna miletîyê û sîasîya dereke e’lamkirîye, bi paþdaveger’andina ser h’alê ser sînorê ermenî-adrbêcanî e’firî û hindava qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyîda dak’ötana li t’opraxa CE.
“Semt’girîya CÎÎ ze’f safî, fer’ih’ û qirarkirinêye: em t’ö göhastineke neh’îyê qebûlnakin, t’omerîbûna t’opraxa welatê neh’îyê gere bê xweykirinê, em hinda sînorê xwe t’ö qewateke serneh’îyê qebûlnakin. H’erke bixwezin p’areke t’opraxa Ermenîstanê hildin, û sînorê me t’esmîlî göhastinêve, yanî- cînara meye t’eze heve, ew seva me ya qebûlkirinê înîne. Sînorê berê gere seranser xweykirîve, û sînorê CÎÎ-êyî t’omerîyî t’ev Ermenîstanê gere bê xweykirinê”,- Moct’aba Zolnûrî e’lamkirîye.
Sedrê encomana C Îranêye M-êye bêqezîabûna miletîyê û sîasîya dereke daye k’ivþê, wekî herdö welat xweîzinin miqatî t’omerîbûna t’opraxa xwevin. Bi gotna wî- Îran piþta semt’girîya Aldrbêcanê digre- pirsa xweykirina t’omerîbûna t’’opraxa xweda, û isa jî piþta t’omerîbûna Ermenîstanê digre- nav pirsa xweykirina t’omerîbûna t’oprax, xwelîya xwe û sînorê cînartîyêyî t’ev Îranê. “Em t’ev herdö welata cînarin û, bi h’esavhlildana h’alê berê hebûyî, bêy qebûlkirina her göhastineke neh’îyêda, em alî t’omerîbûna t’opraxa herdö welata dikin”,- Zolnûrî serda zêdekirîye.