PoliticsTop

Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda

Pyotr Mîxalkoyê Adrbêcanêda serk’arê þanda YA, sefîre salixê derheqa r’ûyê Bek’ûyêda hindava Macaristanêda qedexedadana alîk’arîya 10 mîdîon êvroyaye ij fonda YA-ye E’dlayêye li Ermenîstanê þirovekirîye. Nav qisa çapgerîyêye t’ev mecalê adrbêcanîye salixdayînê ewî daye k’ivþê, wekî YA eleqetia t’ev welatê Qafqasîya Ce’nûbê warê baþq-baþqeda çapik pêþda dive û encomana Avropayê alîk’arîya fînansîyê dide hevalk’arê neh’îya Qafqasîya Ce’nûbê. “Berne’ma bîznês r’ik’inkirina welatê neh’îyê t’emsîlbûye.  Sirêpêþîtîyê meye hevk’arîyê hene- derbazbûna li “ÿnêrgîa k’esk”, ewlekirina p’evgirêdanê û alîk’arîya li k’arbidestava girêdayî. Em t’ev Adrbêcanê nav hevk’arîyêdane, isa jî t’ev welatê din em dik’evne nav hevk’arîyê. Em dixwezin Qafqasîya Ce’nûbê bivînin,, k’îderê e’dlayî û gölvedan hene”,-  Mîxalko gotîye. Em serda zêdekin, wekî ç’e’vkanîyê “Azayêye” sîasîyê e’lamkiribûn, wekî Macaristan t’ivdîra r’adestkirina alîk’arîyê bona Ermenîstanê ij fonda YA-ye e’dlayê qedexedadide, dora k’îjanê t’ifaqêda  hevr’aqayîlîya e’wil hatbû destanînê. Angorî ç’e’vkanîyê- Macaristan de’wê dike, wekî Adrbêcan jî berne’mêda bê wergirtinê, k’îjan li ser t’extê e’ne’nekirinê hatîye danînê- seva derk’etina ij tomikê. Nîvê meha nîsanê jî “Azayêva” e’yanbûye,  wekî Bryûsêlêda dora r’adestkirina 10 mîlîon êvro alîk’arîya seva Ermenîstanê ij fonda YA-ye E’dlayê hatîye destanînê.

We salix-sûlix bihîstin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button