25 mlrd dram p’êç’ana alîk’arîêye li bîznêsê wê bê xevtandinê, isa jî p’êç’ana alîk’arîya sosîalîêye 25 mlrd drama wê bê hazirkirinê, k’îjanê angorî lazmayê bê xevtandinê, fonda 80 mlrd drama wê bê e’frandinê, k’îjanê li vegöhastina malhebûnêva meremdanîyîve. Wexta destpêbûna r’ûniþtina h’ökömetê, bi xeverdana derheqa p’êç’ana e’melê peyboranêda, Nîkol P’aþînyanê serekwezîr gotîye. Ewî isa jî daye k’ivþê, wekî pirsgirêk danî nîne h’alê malhebûnîêyî berî boranê bidine dasekinandinê, çiqasî jî ew baþbû, pirsgirêka din hatîye danînê “bi ambîsîayê diha mezin wexta qeleçegirtina nisbetî h’alê peyboranê bêne serwêrîbûnê”. “Em gere nav vî we’deyî berne’mê pêþdaçûyînê mîaserkin, divek em ser r’ojeva wergöhastina merk’ezvin û alîk’arîya herecidî bidine malhebûnê. Fe’mdarîye, wekî boran de’wa sosîalîyê dîharikn û r’û wê k’evin, wêva girêdayî gave angor bikin, ferze, wekî ew heq, k’ardar, bi nav-nîþanvin”,- serekwezîr gotîye.
Related Articles
Adrbêcanêda 96.2% “Zangêzûrê, Îravanê û Goyçaê” h’esavdikin e’rdê adrbêcanîyî t’arîxî- fonda “T’at’oyan”
03.05.2024, 16:15
Meha îlonê wexta agrêsîa Adrbêcanêye miqabilî QÇ’ delîvê zêrandina, e’yblûkirinê bedena bûne: PHM
03.05.2024, 15:05
Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda
03.05.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close