Ermenîstanê seva lez zedeqirarkirina koronavîrûsê dö cûr’ê r’apîd-t’êsta bistîne. Derheqa vê yekêda Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê e’lamî r’ojne’mevana kir. Bi gilîyê wezîr- cûr’ekî t’êstê hebûna koronavîrûsê nav xazîyê (t’ûkê), ê dinê nav xûnê wê qirarke. Ya e’wil, lap nêzîkî aqilaye, îdarê ne doxtirîyêda wê bêne xevtanidinê, mesele- fir’egehada yan niqitkê sînore derbazbûnêda, ya döda- polîklînîkada û nexweþxanê ne înfêksîonda. Bi wan t’êsta wê îht’îmalve nav 15 deqada koronavîrûsê zedeqirarkin, çaxê seva analîza laborator çend seh’et têne xwestinê. Bi gilîyê wî- we’dê stendina wan t’êstayî safî çetine bêjin, h’emû tiþt pirsgirêkê logîstîkva girêdayîye, k’îjan îro gele welatê dinîaêda hene. Çi dimîne seva t’êstê zedeqirarkirinakoronavîrûsêye labortor, dêmek ew, bi gilîyê wezîr, weke 5500-in. Herr’o weke 100 îzger’î têne derbazkirinê. Em bînne bîr, wekî bi h’esavê vê gavê pasîêntek qencbûye û ij nexweþxanê der hatîye nivîsarê, bal döda hewahildana p’iþikaye, lê qezîya seva e’mrê wan t’ine, ê dine p’akin.
Related Articles
Adrbêcanêda 96.2% “Zangêzûrê, Îravanê û Goyçaê” h’esavdikin e’rdê adrbêcanîyî t’arîxî- fonda “T’at’oyan”
03.05.2024, 16:15
Meha îlonê wexta agrêsîa Adrbêcanêye miqabilî QÇ’ delîvê zêrandina, e’yblûkirinê bedena bûne: PHM
03.05.2024, 15:05
Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda
03.05.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close