Idî p’evk’etina Ermenîstanê t’ev hevaltîke çîna heye û zûtirekê laborator t’êsta zedeqirarkirina koronevîrûsê wê p’eydake. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê derheqa vê yekêda qisa çapgerîêye 31-ê meha k’anûna paþin vexwendîda Arsên T’orosyanê wezîrê CE-êyî sag’lemîxweykirinê e’lamkir. “Pirsgirêka meye t’êstê zeqeqirarkirinêye doxtirîyê heye, pirsgirêka giþta heye, çimkî nexweþî t’ezeye, û t’êst t’eze tê r’êkpêkkirinê. Lê vêsvê p’evk’etina meye t’ev deranînçîya çîna heye- bona destanîna wê t’êstê. Sifareta me nav çend seh’eta wan t’êsta wê p’eydake û biþîne, wekî delîva lazmayêda bêne xevtandinê”,- T’orosyan got. Ewî da k’ivþê- t’êst delîva dîharbûna her t’enê zedenîþanê klînîkîyê têne xevtandinê, çaxê dixwezin ij nexweþîyê din dîfêrênskin. Wezîr da bawerkirinê, wekî h’etanî îro çawa bajar’vanêk CE, ê kö ij Çînstanê paþda veger’yane û nîþanê wane nexweþîêye klînîkîyê hebûne- germ, bihênijandin, k’öxik, û wekî ew bajar’vanê Çînstanê, nîþanê k’îjanaye nexweþîêye heman hebûne, klînîka wane wesfî koronevîrûsê t’inebûne. Bal wan vîrûsa grîpa sade dîharbûye, bal ê din- înfêksîayê din. “Dêmek bi îht’îmalîya 99,9%-a em dikarin bêjin, wekî vê demê t’ö delîveke me t’inebûye”,- wezîr xitimkir.
Related Articles
Adrbêcanêda 96.2% “Zangêzûrê, Îravanê û Goyçaê” h’esavdikin e’rdê adrbêcanîyî t’arîxî- fonda “T’at’oyan”
03.05.2024, 16:15
Meha îlonê wexta agrêsîa Adrbêcanêye miqabilî QÇ’ delîvê zêrandina, e’yblûkirinê bedena bûne: PHM
03.05.2024, 15:05
Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda
03.05.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close