All NewsTop

Sekreterê Giştî yê NATO’yê çi peyam ji herêmê re tîne?

Serdana Sekreterê Giştî yê NATOyê Yêns Stoltênbêrg bo Başûrê Kafkasyayê duh dest pê kir. Duh li Bakûyê hevdîtinên wî hebûn. Serokê NATOyê îro li Gurcistanê bû, sibê jî wê li Ermenistanê be. Stoltênbêrgdê li Êrîvan û Tiblîsê bi serok û serokwezîran re hevdîtinan pêk bîne. Her wiha li Bakûyê bi Wezîrê Parastinê yê Azerbaycanê re jî hevdîtin pêk anî.

Pispor destnîşan dikin ku cara dawî Sekreterê Giştî yê NATOyê di sala 2012an de hatîe Ermenistanê, lê niha rewşa jeopolîtîk ji wan deman gelekî cuda ye. Li gorî pisporan, eger wê demê Rûsya hevkarê Rojava bû, niha weke çavkaniya sereke ya tehdîd û bêîstîqrarê tê dîtin. Ji ber vê yekê ev serdana Yêns Stoltênbêrg xwedî wateyek siyasî û çarçoveyeke cuda ye. Sekreterê Giştî yê NATOyê çi peyam dan herêmê?

Zanyarê siyasî Robêrt Ghêvondyan di wê baweriyê de ye ku serdana herêmî ya Sekreterê Giştî yê NATOyê divê di çarçoveya nakokiyên Rûsya û Rojava de were nirxandin.

Yêns Stoltênbêrg wek Sekreterê Giştî yê NATOyê cara ewil çû Bakuyê. Piştî hevdîtina bi Aliyev re bang kir ku ji bo aştiya bi Ermenîstanê re firsendê bi kar bînin. Aliyev her wiha got, danûstandinên Ermenistan û Azerbaycanê niha di qonaxeke çalak de ne. Li gorî wî, encamên civînên 7 tûran nîşan didin ku derfetên çareseriyê hene. Aliyev wiha got:

“Em niha ji her demê bêhtir nêzî aştiyê ne. Sekreterê Giştî yê NATOyê Yêns Stoltênbêrg di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel wî jî ragihand ku piştî şerekî demdirêj şansê Ermenistan û Azerbaycanê heye ku bigihin aştiyeke aram.

“Ez fikra Serokomarê Azerbaycanê ya ku “her du alî ji her demê bêtir nêzî avakirina aştiyê ne” bilind dinirxînim. Û ez tenê dikarim bang li Azerbaycanê bikim ku ji vê derfetê sûd werbigire da ku bi Ermenistanê re bigihîje peymanek aştiyê ya bi îstîqrar – Yêns Stoltênbêrg tekez kir.

Robêrt Ghêvondyan ne difikire ku NATO di warê ewlehiyê de ji bo Ermenîstanê dikare bibe alternatîf û ne jî difikire ku dikare xetereyan bi xwe re bîne. Li gor wî, berî her tiştî NATO di vê heyamê de barekî hilnagire ser xwe, ji ber ku pirsgirêkên wê ji ewlekariya Ermenistanê mezintir in. Herwiha li gor çavdêriya wî pisporê siyasî, Ermenistan daxwaza NATOyê nake û hewl nade wê pêkhateyê ji bo bihêzkirina ewlehiya xwe bikar bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button