PoliticsTop

RPEK, yekîtiya axê û peymana aştiyê: Civîna çapemeniyê ya asayî û dirêj, ya Nîkol Paşînyan

Beşên sereke yên civîna çapemeniyê ya Serokwezîr Nîkol Paşînyan ku 4,5 saet dom kir, bi pêvajoya muzakereyên Ermenîstan-Azerbaycanê ve girêdayî bûn. Serokwezîr beriya ku here Moskowê gelek daxuyaniyên balkêş dan.

Paşînyan bi awayekî teorîk biryara dê yure ya rawestandin, an cemidandina endametiya RPEK red nekir. Ew gotina xwe dubare dike, ku ev yek wê biqewime tenê dema, ku RPEK ji Ermenistanê derkeve. Paşînyan got, ku Êrîvana fermî derbarê mijarên ewlehiyê de bi welatên din re gotûbêjan dike.

Li gor serokwezîrê Ermenîstanê, li ser peymana aştî û avakirina peywendiyan bi Azerbaycanê re muzakereyên întensîv tên kirin û aliyê ermenî hêvî dike, ku di zûtirîn dem de bigijin rêkeftinekê li ser wê metnê û di zûtirîn dem de belgeyê îmze bikin. Tevî vê yekê jî, Paşînyan ne mimkûn dibîne, ku belgeyek ji bo îmzekirinê amade ye, li Moskowê li ser masê were danîn.

Beriya ku di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de “Peymana Aştiyê” bê îmzekirin, hukûmeta Ermenistanê yek ji amûrên demokrasiyê bikar nayîne. Ew ê ji bo diyarkirina raya hemwelatiyên Komara Ermenîstanê referandûmê pêk nayne. Sedemên vê, biryarê Serokwezîr Paşînyan hene.

“Ez naxwazim, ku em vê ferasetê çêkin, ku em hewl didin ji berpirsiyariya xwe ya siyasî dûr bikevin û berpirsiyariya xwe ya siyasî deynin ser aliyên din. Ez hêvî dikim, ku pêvajo bi vî awayî here, em ê tiştekî îmze bikin.”

Tê payîn ku di demeke nêz de li Moskow, Qîşînev û Granadaê de hevdîtin bên kirin. Paşînyan ji bo civîna Moskowê de, ya ku di 25ê gulanê de wê bê derbaskirin, tu belgeyek amade nabîne, tevî ku Ermenîstanê berî niha pakêta 4emîn a “Peymana Aştiyê” radestî Azerbaycanê kiriye û li benda bersiva Bakûyê ye.

Li gorî Paşînyan, nêrîna civaka navneteweyî her ku diçe zêdetir li ser wê biryarê ye, ku Ermenîstan û Azerbaycan yekparçeyiya axa hev bê tertîb bi 29 hezar û 800 û 86 hezar û 600 kîlometre çargoşe nas bikin. Di vê çarçoveyê de çarenûsa “anklavên” bi taybet Tîgranaşên û 6 gundênTavûşê tê zelalkirin.

Lê Paşînyan eşkere dike: Ev hîn jî axaftineke siyasî ye, ji aliyê yasayî ve, ev hemû hîn jî divê bên sererastkirin.

“86 hezar û 600 kîlometre çargoşe jî Qerebaxê digire nava xwe. Heger em di vê mijarê de rast ji hev fêm bikin, Komara Ermenîstanê yekparçetiya axa Azerbaycanê nas dike, bi têgihiştina, ku Azerbaycan 29,800 km çargoşe xaka Komara Ermenîstanê nas dike. Duyem jî, pirsa maf û ewlekariya Ermenîyên Qerebaxa Çiya bi rêya diyaloga Stepanakert-Bakûyê were gotûbêjkirin û em giring dibînin, ku garantiyên navdewletî ji bo wan danûstandinan çêbibin. Mesela mebesta me ew e, ku meseleya maf û ewlekariya ermeniyên Qarabaxê neyê jibîrkirin û Azerbaycan siyaseta paqijkirina etnîkî û qirkirina ermeniyên Qarabaxê nedomîne. Em girîng dibînin garantiyên, ku ev polîtîka berdewam neke.”

Ji bo peymana aştiyê ya muhtemel jî pêwîstî bi garantorek heye. Paşînyan diyar kir, ku di helwesta civaka navneteweyî de guhertineke têgihiştinê heye û eşkere kir ku di pêvajoya muzakereyê de şertên din ên ku erka garantorê diyar dikin jî hatine pêşniyarkirin. Lê welatên garantor an jî rêxistinên garantor ji bo wê nesekinîn.

““Di herêmeke wiha aloz de bûyîna garantor berpirsiyariyeke gelek mezin e, ku hem derfet û metirsiyan ji bo welatan çêdike, hem jî navûdengê bilind dike û hem jî zirareke mezin dide navûdengê wan. Berî her tiştî, em behsa du kesan dikin. Wê di bin wê kaxizê de 50 kesî îmze neke. Ger ew bibînin ku bi dilpakî diçin, dixwazin herin aşitiyê û di pêvajoyên rasteqîn de pêşkeftinek heye, ne ku ew dixwazin di bin sosê aştiyê de li dora masê teqînek nû dest pê bikin, ez bawer im ku wê welatek hebe û welatên ku wê di bin wê kaxezê de îmze bikin û bibêjin ku wek garantor tevlî bibin. Ez vê yekê niha di nîqaşan de dibînim. Bi rastî ew beş ji îhtîmala lihevkirinek di navbera aliyan de subjektîftir e.”

Têgihiştineke din, ji aliyê civaka navneteweyî ve, girêdayî mijara vekişîna leşkeran ye neynikî e. Pêşniyar cara pêşê ji aliyê ermenî ve bû. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blînken jî di hevdîtinên çar rojan de li Waşîngtonê tekezî li ser pêşniyara vekişîna neynikî kir. Her wiha li gor serokwezîr girîngîa qeyda danûstandinên Waşîngtonê ew e, ku aliyan ji kêliya xê ve rasterast û vekirîtir bi hev re têkilî danî û dilgiraniyên xwe û sedemên bêbaweriya xwe ji aliyê din re pêşkêş kirin.

Eger leşkeran vekişin, wê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de “bufêr” an jî herêmeke ewlehiyê li ser hesabê axa herdu dewletan were çêkirin. Paşînyan ji bo vekişîna leşkeran ye neynîkî, jî xêzek li ser kaxezê xêz kir û diyar kir ku wê xêzkirin çawa bê kirin. Li gorî serokwezîr divê pêvajo li ser nexşeya Ermenîstana Sovyetê ya sala 1975’an were meşandin.

“Ev xeta sînor e, xeta sînor a sala 1975’an e. Niha rewşek me heye ku li vî alî û li aliyê din ê vê xetê leşker hene. Cî hene, ku artêşa Azerbaycanê li pêşiya vê xetê ye, li hin cihan artêşa Ermenîstanê li pêş e. Em dibêjin bila hemû leşkeran ji vê xetê bi rêya neynîkî vekşin, ya ku Azerbaycan qebûl nake , bila vê jî tomar bikin.”

Danûstandinên Paşînyan sê roj in. Diçe Moskovayê, lê beriya wê dîsa pirsgirêkên Êrîvanê yên fermî yên bi RPEK re radixe ber çavan. Diyar dike ku mijara derketina ji RPEK ji rojeva Ermenîstanê derneketiye.

Paşînyan piştrast dike ku Ermenîstanê li ser mijarên ewlehiyê bi welatên din re dest bi gotûbêjan kiriye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button