PoliticsTop

Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê, kiryarên Azerbaycanê wek terorîzm binav kir

Di encama êrîşa sabotajê, ya hêzên çekdar ên Azerbaycanê, ku 5ê Adarê li Qerebaxê pêk hat , 3 efserên beşa pasaport û vîzeya Wezareta Karên Navxweyî ya Qerebaxê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Rastî îspat dikin, ku ev provokasyonek e, ku ji berê ve hatiye plankirin û ji aliyê serkirdayetiya bilind a Azerbaycanê ve hatiye telîmatkirin. Piştî bûyerê dezgehên fermî yên Azerbaycanê agahî belav kirin, ku tê îdiakirin, ku agahîyên operasyonê standine, ku çek, cebilxane û personel ji Ermenîstanê bo Qerebaxê tên veguhestin û pê wê agahyê operasyonê pêk anîn.

Agahyê fermî ya, ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatî pêşkêş kirin, pûç e. Ji bo îsbatkirina wê hîpotezê ti rastî û hincet pêşkêş nekirine û nikarin pêşkêş bikin. Ev kêmtirî du hefte piştî biryara Dadgeha Navneteweyî tê, ku îddîayên pûç ên Azerbaycanê yên derbarê danîna mayînan ji aliyê Ermenîstanê ve red kirin.

Vîdeoya di destê polîsên Qerebaxê de, îsbat dike, ku koma tawankar a Azerbaycanê êrişî mînîbusa “UAZ”ê kiriye, ku tê de 4 karmendên Wezareta Karên Navxweyî ya Qerebaxê hebûn û ji Stepanakert ber bi gundên Qerebaxê Hin Şen û Mets Şen diçun. Wekî din, vîdyoyan îspat dikin, ku di “UAZ” de ji bilî belgeyên servîsê û çekek piçûk tiştek din tunebu.

Kiryarên Azerbaycanê wek terorîzm tê binav kirin. Hevdem, ligel kiryarên, ku ji bo girtina Korîdora Laçîn û peydakirina karesateke mirovî li Qerebaxa Çiyayî ev nêzîkî sê meh in, Azerbaycan terorkirina nifûsa Ermenî ya li Artsakh, bi armanca dawîn a paqijkirina etnîkî, bi afirandina şert û mercên nemirovî ji bo jiyanê berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku piştî, ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî di 22’ê Sibatê de daxwaza sepandina tedbîra demkî ya Ermenîstanê ya li dijî Azerbeycanê qebûl kir, aliyê Azerbeycanê ne tenê ji bo bicihanîna biryara dadgehê, ya ku ji aliyê qanûnî ve girêdayî ye, gav neavêt. Lê di heman demê de dest bi êrîşkirina ermeniyên li Artsaxê kir, ku sûcên nû li dijî gel, sivîl jî di nav de, kirin.

Di 28ê Sibatê de hêzên çekdar ên Azerbeycanê welatiyekî gundê Murîşen ê navçeya Martûnî ya Artsaxê, ku karê çandiniyê dikir, gulebaran kirin. Agirbest di şeva 2ê Adarê û 3ê Adarê de, ji herêmên di bin kontrola Azerbaycanê de, ji Askeran, Martakert û Martûnî jî, ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve hatibû binpêkirin.

Kiryarên navborî yên Azerbaycanê, bi pratîkî redkirina dilpakiya Bakûyê ye, di derbarê pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê. Ev yek careke din pêwîstiya garantîkirina maf û ewlehiya xelkê Qerebaxê û pêwîstiya beşdariya navdewletî di wan de nîşan dide.

Komara Ermenîstanê bang dike li civaka navneteweyî, welat û rêxistinên navneteweyî yên, ku dixwazin aştiyeke rastî li herêma me pêk were, ku bi tundî bikaranîna hêzê û gefa hêzê ji aliyê Azerbaycanê ve û her wiha dubarekirina operasyonên leşkerî yên mezin, şermezar bikin.

Di bin şert û mercan de şandina ekîbeke navneteweyî ya rastiyan ji bo Korîdora Laçîn û Qerebaxê dibe pêdiviyeke jiyanî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button