All NewsTop

Ji ber dorpêça Azerbeycanê, li Êrîvanê nêzî 350 nexweşên ji Artsaxê nikarin bi awayekî rêkûpêk xizmeta tenduristiyê wergirin. Tagûhî Tovmasyana

Ji ber girtina rêya yekane ya ku Artsaxê bi welatên derve û Ermenîstanê va girêdide ji aliyê Azerbaycanê ve, li Êrîvanê nêzî 350 nexweş nikarin bi awayekî rêkûpêk xizmeta tenduristiyê wergirin. 20 nexweş di beşên lênerîna giran da ne, 10 jê zarok in. Li ser rûpela xwe ya facebookê cîgir Tagûhî Tovmasyan, serokê Komîteya Daîmî ya Parastina Mafên Mirovan û Karûbarên Giştî ya Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê, li ser vê yekê nivîsîe.

“Nifûsa 120,000, ku 30,000 zarok jî hene, di bin dorpêçek tevahî de dimîne. Destûr nayê dayîn ku 400 ton erzaq û derman ji bo Artsaxê bên şandin. Ev yek ji aliyê Azerbaycanê ve binpêkirina mafên mirovan e û divê ji civaka navneteweyî bersiveke tund werbigire û tedbîrên pêşîlêgirtinê bi cih bîne.” – Tagûhî Tovmasyan nivîsye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button