All NewsTop

Aliyê ermenî xastîe ku civîna wezîrên derve yên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê ji bo rewşa niha ya li Korîdora Laçîn were paşxistin

Civîna wezîrên derve yên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê 23ê Kanûna pêşin da li Moskowê gere bihata kirinê, lê aliyên ermenî daxwaz kiribûn ku civîn were paşxistin, ji ber ku niha karê pêşîn yê Wezîrê Derve yê Ermenistanê çareserkirina kêşeyên di encamê da ye krîza mirovî ya li Qerebaxê û ji nû va destpêkirina Korîdora Laçîn a bê asteng. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Vahan Hûnanyan li ser pirsa Armenpressê ev tişt gotîe.

Aliyê ermenî amadebûna xwe ji bo beşdariya di civîna ku li Moskowê tê lidarxistin bi 2 hefteyan beriya astengkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve piştrast kirîe.

Di heman demê da, em we bidin zanîn ku wek nîşana avakeriya aliyê Ermenî di proseya asayîkirina peywendiyên ligel Azerbaycanê da, bêyî berçavgirtina rewşên civînê, pêşniyarên nû yên aliyê Ermenî derbarê belgeya li ser normalîzekirina têkiliyan derbasî Azerbaycanê bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button