
Rêya yekane ya ku Nagorno-Qerebaxa bi Ermenîstanê re girêdide ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2022an vir ve hatiye girtin û ev yek ji bo bi deh hezaran ermeniyên etnîkî yên ku li wir dijîn gihandina mal û xizmetên bingehîn asteng dike, Human Rights Watch dinivîse.
Rêya girtî nahêle niştecihên Qerebaxê jî bilivin. Hat ragihandin ku zêdeyî hezar kes li aliyekî korîdorê asê mane û nikarin xwe bigihînin malên xwe. Di nav wan da bi çend dehan zarokên ku sefera xwendegehê çûne paytexta Ermenîstanê Yêrêvanê û niha nikarin vegerin malê xwe.
Rêvebirê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa û Asyaya Navîn Hyû Wîlîamson gotîe: “Abloqekirina dirêj a rêya yekane ya Qerebaxê berva bi cîhana derva va dikare bibe sedema encamên mirovahî yên dijwar.”
“kê dixaze rê girtîbe, gere rayedarên Azerbaycanê û hêzên aştîparêz ên rûsî yên li wir bicîh bûne piştrast bikin ku derî vekirî bimîne da ku çûîn hatina azad û gihîştina gel ji mal û karûbarên bingehîn ra misoger bike. Çiqas dirêj rê girtî be û hûrmûrê bingehî kêmasî be aqas ji bo cimeta sivil ra tengasî wê zêde be.” – Hyû Wîlîamson gotîe