All NewsTop

Armên Grîgoryan der barê peymana aştiyê da gotîe ku Ermenistan li ser metna peymanê dixebite û wê bişîne Azerbaycanê

Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re got ku li ser nivîsa ku ji Azerbaycanê hatiye wergirtin xebatên wan didomin. “Em dixebitin ku wê vegerînin Azerbaycanê û di demeke nêz de civînekê li dar bixin. Ermenistan dê hemû hewlên xwe bide ku heta dawiya salê peymana aştiyê çêbibe.”

“Niha ji ber ku nêzîkê dawiya salê ye, zehmet e ku mirov bibêje ku dê heta dawiya salê biqede, lê em ê li ser xebatê berdewam bin û girêdayî encamên xebatê ye.” – Grîgoryan gotîe.

Grigoryan da zanîn ku Ermenistan dê di demek nêzîk de guhertoya edîtorî ya nivîsê veguhezîne Azerbaycanê.

Sekretêrê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê li ser vê yekê ku çima îmzekirina peymana aştiyê ne pêkan e, dibêje ku Ermenîstanê hemû hewlên xwe di vî warî de dane meşandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button