PoliticsTop

Dawiya meha Çiriya Peşîn de tê payîn, ku mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê were şandin

Parlamenterên Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclisa Neteweyî, bal kişandin ser mîsyona çavdêriyê ya YE.

Parlamenter Vahagn Aleksanyan li ser pirsa gelo şandeya çavdêriya Yekîtiya Ewropayê dikare pêşî li kiryarên pêşerojê yên Azerbaycanê bigire, got: “Belê, divê Azerbaycan ji vê xakê derkeve, ji ber ku yekparçeyiya axa Ermenîstanê ne mijara muzakereyê ye. Li gorî me ew mîsyon wê tevkariyê li aramiyê bike û ji bo êrîşkariya Azerbeycanê jî wê bibe astengek din.”

Hê jî ne diyar e ka dê mîsyona çavdêriyê ya YE kengî were bicihkirin. Di vê derbarê de yek ji parlementerên fraksiyona “Peymana Sivîl” Hrîpsîme Grîgoryan jî got, ew pêşbînî dikin heta dawiya mehê ev yek pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button