PoliticsTop

Divê gaza Azerbaycanê nebe sedem, ku çavê xwe ji sûcên şer re bigirin: Endamê Parlamenta Ewropayê

Siyasetmedarên Ewropî, bi taybetî li ber ronahiya delîlên nû yên sûcên şer ên Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê, her ku diçe li dijî peymana gazê ya bi navûdeng a bi Azerbeycanê re, ku di Tîrmeha îsal de ji hêla seroka Komîsyona Ewropî Ûrsula von der Leyen ve hatî îmzekirin, diaxivin.

Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Raphael Glucksman bi taybetî got, ku gaza Azerbaycanê nabe sedem ku çavê xwe ji sûcên şer re bigirin.

“Îdamkirina girtiyên ermenî yên ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve sûcên şer ên hovan in. Rejîma Bakûyê bi teşwîqkirina birêz Erdogan, şerê Ûkraynayê ji bo êrîşê Ermenîstanê bi kar tîne. Ev nayê qebûlkirin.Û gaz hebe an na,divê em vê yekê qebûl nekin:” got endamê Parlamenta Ewropayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button