PoliticsTop

Fransa daxwaz ji hêzên Azerbaycanê kir, ku vegerin cihên xwe yên destpêkê: Hevdîtina Paşînyan û Makron pêk hat

Hevdîtina Serokwezîr Nîkol Paşînyan û Serokomarê Fransayê Emmanuêl Makron li Qesra Elyseeyê pêk hat. Piştî merasîma serlêdanê, beriya civînê, serokên her du welatan ji bo nûnerên çapemeniyê daxuyanî dan.

Serokomarê Fransayê di axaftina xwe de got:

“Xanim û birêz,

Ez gelek kêfxweş im ku îro Serokwezîrê Komara Ermenistanê birêz Nîkol Paşînyan mera mêvane.

Di van rojên dawî de em gelek caran bi telefonê xeverdan , ji ber ku Ermenîstan dîsa ji ber pevçûnên çekdarî yên 13 û 14 îlonê şîndigre û rewş bi rastî jî krîtîk e.

Li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê operasyonên leşkerî yên mezin pêk hatin û gelek kuştî û birîndar çêbûn. Xaka Ermenîstanê bû hedef, binesaziyên sivîl hatin rûxandin. Li hemberî vê rewşa ku nayê qebûlkirin, Fransa berpirsyariyên xwe girtiye ser xwe.

Fransa bi serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî civîneke Encumena Ewlekariyê li dar xist û di 14 û 15ê îlonê de du caran rewş hat gotûbêjkirin. Endamên meclîsê daxwaza rawestandina şer û rêzgirtina agirbestê kirin. Li ser vê yekê ku li wir cihên dagirkirî hene, Fransa daxwaz ji hêzên Azerbaycanê kir ku vegerin cihên xwe yên destpêkê. Min di 14ê îlonê de ji Serokomar Alîyev re got ku ev rastî, ne diyar kirina sînor nikare pêşkeftina nav axa welatê din rewa bike.

Herwiha min ji 13ê Îlonê û vir ve bi zelalî ragihandibû ku Fransa di wê baweriyê de ye ku bikaranîna hêzê ne ji bo Ermenîstanê û ne jî ji Azerbaycanê re nabe çareserî û pêwîst e tavilê diyalog dest pê bike. Hemû pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin, ku gelek in, divê tenê bi danûstandinan bên çareserkirin. Bi taybetî di bin sîwana YE’yê de muzakere bi formên cuda tên kirin û divê ji nû ve dest pê bikin.

Ji bîr nakim ku tam du sal berê di 27ê Îlona 2020an de şerekî hovane dest pê kir ku ji bo herêmê bû kujer. Ev bû sedema rewşeke nû ya de facto bi hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya berfireh li herêmê. Û ez bi tundî tiştên ku di van rojên dawî de qewimîn şermezar dikim û bang dikim ku aştî û danûstandin ji nû ve dest pê bikin. Ez wêrekiya Serokwezîr Paşînyan silav dikim ku ji bo pêşeroja herêmê nêzîkatiyeke nû pêşniyar kir.

Serok Alîyev ku ez ê di çend saetên paşê pê re xeverdim, dibêje ku ew jî dixwazin bêîstîqrariya li herêmê bi dawî bibe û çareseriyan peyda bike. Lê di bin tehdîda hêzê de avakirina aştiyê ne mimkûn e. Ji ber vê yekê Fransa dê her tiştî bike da ku bigihîje armanca xwe, ku ew jî Kafkasya Başûr a bi îstîqrar, ewledar û dewlemend e.

Emê îro ligel Serokwezîr Paşînyan rewşa meydanî û çawaniya bihêzkirina agirbestê ji bo nehiştina aloziyeke nû û destpêkirina danûstandinan binirxînin. Em ê her weha çend mijaran nîqaş bikin da ku bibînin ka Fransa, bi Yekîtiya Ewropî û hevkarên din re çawa dikare beşdarî aştiya domdar bibe. Ez behsa xêzkirina sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê dikim, emê li Brukselê jî li ser vê yekê xeverdin.

Ez dizanim ku Serokwezîr li Nyuw Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hevdîtinên girîng kir. Em dikarin li ser vê jî biaxivin. Em ê li mijareke gelek girîng jî binêrin: meseleya têkiliyên Ermenîstan û Tirkiyeyê. Ev pêvajoyek dijwar e, lê pir pêwîst e û hûn dizanin ku Fransa jî bi vê mijarê ve girêdayî ye. Ev pêvajo ji bo herêmê pir girîng e.

Di dawiyê de jî em ê li ser mijarên têkildarî têkiliyên dualî jî nîqaş bikin.

Spas ji birêz serokwezîr re, ku piştî serdana xwe ya Nyuw Yorkê hatin Parîsê da ku em bi hev re xeverdin û li ser pirsan gotûbêj bikin.

Careke din tekezî li ser pabendbûna Fransa bo bidestveanîna aştî û aramiyê ji bo welatê we û tevahiya herêmê dikim. Ez silav dikim hesta we ya berpirsiyariyê û helwesta we ya ku hûn ji bo pêkanîna aştiyê her tiştî bikin. Ez dixwazim welatê we xwedî sînorên aram be.

Spas dikim.”

Serokwezîr Paşînyan jî diyar kir.

“Serokê hêja yê Komara Fransa,

berî her tiştî ez dixwazim ji bo vê vexwendin û pêşwaziya germ spasiya we bikim.

Hevdîtinên bi vî rengî derfetê dide ku têkiliyên navbera Fransa û Ermenîstanê hîn bi bandortir bibin. Bi baweriya min îro em ê zêdetir li ser mijarên ewlekariya navdewletî û herêmî gotûbêj bikin.

Fransa serokatiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike, di rojeva wê de jî mijara êrîşa Azerbaycanê ya li dijî Ermenîstanê bi piştgiriya Fransa û Serokomar Makron ve hebû. Gotûbêjeke balkêş hat kirin û mijar hê ji di rojeva Konseya Ewlekariyê de ye.

Di encama êrişa 12ê Gulana 2021ê û 13ê Îlona 2022an de, Azerbaycanê herêmên serwer ên Komara Ermenîstanê dagir kir. Min di axaftina xwe ya di civîna 77a ye Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi berfirehî rawestiyabû ser wê mijarê.

Ez di wê baweriyê de me ku divê Encumena Asayişa Navdewletî jî vê mijarê di navendê de bihêle û di vê mijarê de hêviya piştgiriya welatê serokatiyê dikim.

Ji bo çareseriyên demdirêj, ez dibînim ku pêdivî ye ku peymana aştiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê bi hevdu naskirina sînoran re ku bi peymana 8ê Kanûna Pêşîn a 1991-an ji nû ve hatî pejirandin, were îmzekirin.

Ermenîstan ji bo vekirina peywendiyên li herêmê û avakirina peywendiyên nû li gorî qanûnên neteweyî yên welatên ku tê de derbas dibin amade ye.

Her wiha em tekezî li ser çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê dikin, ku wê maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê misoger bike. Ez wisa difikirim ku destpêkirina gotûbêjên Azerbaycan-Qarabaxê dikare bikêrhatî be. Di vê çarçoveyê de divê ez rola Fransa weke hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê binirxînim.

Serokê hêja,

rojnamevanên hêja,

hevkarên hêja,

spas dikim”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button