
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji raporên êrîşên li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê, di nav de li ser niştecihên sivîlan ên li ser axa Ermenistanê, pir nîgeran in.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku weke demeke dirêj e eşkere kirine, çareseriyeka şer bi riya leşkerî nabe. “Em bang dikin ku demildest hemû operasyonên leşkerî bên sekinandin.” di daxuyanîye de tê gotin.