
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl
re bi telefonê xeverda. Servîsa çapemeniyê ya hikûmetê radigihîne.
Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl behsa civîna sê alî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Serokomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîyev, ku biryar e 31ê Tebaxê de li Brukselê were derbaskirin, kirin. Aliyan tekezî dirîngîa li ser berdewamiya diyalogê kirin û hêvî kirin ku danûstandin bi bandor bin.
Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl ser mijarên rojeva dualî ya Ermenîstan û YEyê jî axivîn.