
Ajansa Federal a Veguhastina Hewayî ya Rûsyayê qedexeyên demkî yên seferên 11 firokexaneyên li başûr û navenda welêt heta 29ê Tebaxê dirêj kir, TASSê li ser daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya ajansê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qedexeya seferên 11 balafirgehên li başûrê û navenda Rûsyayê heta 29ê Tebaxa 2022an hat dirêjkirin.”
Li gorî ajansê seferên balafirgehên Anapa, Bêlgorod, Bryansk, Voronêj, Gêlêncîk, Krasnodar, Kûrsk, Lîpêtsk, Rostov-on-Don, Simferopol, û Elista bi awayekî demkî hatine qedexekirin.