EconomicsTop

Alîk’arîya dîwanî- seva t’ezekirina tnêrgok’ardar:

Tîgran Mêlk’onyan

Midîrê serwêrtîya ÿnêrgêtîkayê ya WST’B

“Meremê me xevtandina kêrê ÿnêrgohêwþandinê û ÿnêrgok’ardarîyêye berfireye, k’îjanê deba meriva ne kö t’enê xweþke, lê isa jî  encama we’dedirêj wê heve”

H’ökömet pêþdanînê li bajar’vana dike qerzê sûbsîdîakirinê hildin û misk’enê xwe t’esmîlî r’ênovasîyayê- t’ecdîdkirinêkin.

Tîgran Mêlk’onyan

Midîrê serwêrtîya ÿnêrgêtîkayê ya WST’B

          “Qerzê tê dayînê seva mezîla wê  bê dayînê 7 mln drama ne zêdetir, seva malê þexsî 10 mln drama  ne zêdetir. 14% selefk’are û bi we’dê 84 mehe”.

          Dewletê selefk’ara qerz seranser yan t’aybetî sûbsîdîake, isa, wekî k’arhildanê misk’enê r’exsînor yan bilindç’îya qerz bi 0 selefk’arê wê bistîne, göndada- 2%, þeherada- 3, R’ewanêda- bi selefk’ara 5%.

          Tîgran Mêlk’onyan

Midîrê serwêrtîya ÿnêrgêtîkayê ya WST’B

          “Isa jî de’w hatne têr’adîtîinê, wekî 20%-ê cema t’omerîye seva mezîlê lap kêm û seva mala þexsî 30% lap kêm gere mîaserkirina mecalê ÿnêrgok’ardarva bê hinartinê. cöda gotî- li ç’e’vkanîyê ÿnêrgêtîke t’ecdîdbûnê, mesele- merh’elê te’vê, madeyê k’ardare avakirinê, ösûlê ÿnêrgohêwþandinêye germkirinê, göhastina li derê derva, p’encera, delîva malê þexsîda isa jî germxewlekirina konstrûksîayê derva r’ûkirinê.”.

          Bi me’lûmetîyê h’alnivîsarê- CE-êda weke 870 h’ezar livê jîyînê hene, 80%-ê k’îjana salê sovêtîyê t’esmîlî xevtandinê bûne, p’areke wane t’exmînkirinêda ij arizîkirinê virdatir xevata t’ezekirinê û mecalê ÿnêrgok’ardarîyê nehatne mîaserkirinê. Yanî- malhebûnê mala nikarin bi çapa t’êrêkirinê mezîlê xwe germkin û nîvê wan zêdetir dikarin h’esavkin ÿnêrgêtîk k’esîv. Bi vê berne’mê bajar’van qirardike t’ezekirina malê çawa mîaserke, bi  berne’mê isa jî tê îzindayînê 10%-a destanîna têxnîka debêva bihinêrin.

          Tîgran Mêlk’onyan

Midîrê serwêrtîya ÿnêrgêtîkayê ya WST’B

          “Ew gere têxnîka debêye sinifa A+-e ÿnêrgohêwþandinêvin, isa jî xwestin heye 70-80 selefî ne neg’d û t’emesûkbûyî mîaserkin”.

          Pêþtirî t’ezekirina fonda mezîla- bi vê berne’mê meremê h’ökömetê heye çend pirsgirêka safîke. E’wil- lazime p’êþezana bi xevatê ewlekin Ya döda- bi t’ezekirina p’areke mezîlê- mecala bajar’van wê heve ewê bide k’irê. Ya sisya- edakirinê komûnal wê kêmvin.

                   Tîgran Mêlk’onyan

Midîrê serwêrtîya ÿnêrgêtîkayê ya WST’B

          “Diha arzane seva dewletê ÿnêrgîa ÿlêktrîkîyê bihêwþînin, ne kö e’ynî wê liva ÿnêrgîya ÿlêktrîkîyê berdin”.

          Wezaretê t’ev weke deh benka û t’eþkîletê qerz þertne’me morkirine. T’emam dikarin xîtavî berne’mêvin- pêþtirî milk’edarê mezîlê qeydê 4-aye belayê.

R’oza Xaçatryan, R’omîk Xaçatryan, Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button