EconomicsTop

Wê bandora toleyên li dijî Rûsyayê li ser Ermenîstanê çi be? aborînas

Cezayên li dijî Rûsyayê wê çi bandorê li Ermenîstanê bike? Aborînas li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, hem aliyên neyînî û hem jî yên erênî nirxandin. “Li Rûsyayê daketina aborî ya ji sedî 1 dikare bandorê li kêmbû na ji sedî 0,7 a li Ermenîstanê bike.

Ev tê wê wateyê ku di rewşa senaryoyek xiraw de, dema ku daketina aborî ya Rûsyayê di navbera 6-10% de be, ev kêmbûn li Ermenîstanê dibe ku bigihîje sînorên 4-6%. Heya 31ê Tebaxa 2022an hinardekirina genim ji bo welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tê sekinandin, lê li vir ji bo ku spekulasyonên nehewce nebin, divê em vê yekê bidin zanîn ku li gorî daneyên ku wezaretê dane, welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji berê ve kirînên pêwîst ji bo sala 2021-2022″: pispora navenda lêkolînê “AMBERT”, aborînas Mêrî Hovsepyan diyar kir.

“Ez difikirim ku îthalat wê di wateyekê de zêde bibe, ji ber ku daketina rubleya rûsî zemînek bikêr amade dike ji bo zêdekirina qebareya kelûpelên ku ji Rûsyayê têne hinartin, yanî ne tenê li bazara Ermenîstanê, di heman demê de li bazarên cûda jî. Û divê em ji bîr nekin ku di bazarên cîhanê yên heman petrol û gazê de enflasyonek girîng heye, ku di encamê de dê bandorek erênî li ser Rûsyayê bike.

Helbet îro aboriya Rûsyayê bi dijwariyeke cidî re rû bi rû ye, lê ji aliyê din ve, mirov bifikire ku wê rasterast aboriya Rûsyayê biperçiqîne an jî bide ser çokan, li gorî min ne rast e.” got Serokê Fakulteya Aborî û Rêveberiyê ya Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê Karlen Xaçatryan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button