TopWorld

Jinên Êzidî  boks dikin ku herin başbûnê

Projeya boksê ya NGO-yê ku xelata Nûbûn wergirtiye, hêz dide jin û keçên êzdî yên li Kurdistana Iraqê.

Dema Natîfe Wadî Qasim keçeke biçûk bû, di dibistana wê ya Şengalê de çenteyek boksê hebû   û li sêr we  xwendekar  boks  hîmdibun. Natîfa jî  her roj li ser wê perwerde dikir.

.

“Tê bîra min ez di nav hevalên xwe de tenê  jin bûm, ku wêrek bû ku nêzikî wê çenteyê sor bibe û bi tundî lêxe,” ew bi bîr tîne. “Wê alîkariya min kir ku ez ji stresê xilas bibim.”

Li malê, Natîfa li dayika xwe ya nexweş û xwişk û birayên xwe yên piçûktir dinerî, dema ku bavê wê li zeviyên malbatê dixebitî. Dayika wê çend rojan beriya ku DAIŞ di Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê bike jiyana xwe ji dest da.

Natifa û malbata wê karîbûn birevin û dawî li Ruanga, kampeke ku nêzîkî 12,000 awareyên navxweyî, ku piraniya wan êzdî ne, li Kurdistana Iraqê, bûn. Heşt sal şûnda, ew hîn jî li wir in, her çend bavê Natîfa ji nû ve zewicî ye u  Natifa, ku nuha 28 salî ye, tenê çar xwişk û birayên xwe yên zar, xayî dike.

Çenteyê lêxistinê vegeriya jiyana wê piştî ku wê dest bi kar kir bo Lotus Flower, rêxistineke civakî ya ku piştgirî dide jin û keçên jicîhûwarkirî li bakurê Iraqê. Dema ku jê hat xwestin ku li kampê li ser werzîşê ji bo keçan bifikire, Natifa yekser li ser boksê fikirî.

“Piraniya jin û keçên li kampê rizgarbûyînên DAIŞê bûn ku ji ber tiştên ku di dîlgirtinê de derbas bûne trawma bûne,” wê dibêje. “Min difikirî,   ku ger ev jin û keç ji aliyê fizîkî ve bihêz bûna, wê şansên wan ên baştir hebuna , ku ji DAIŞ’ê birevin an jî xwe biparêzin.”

Damezrînerê Lotus Flower   Taban Şoreş jî li ser wan tiştan fikirî.

Wê got: “Min gelek jin û keçên êzdî yên ku rastî hovîtiya DAIŞê hatin dîtin. “Min dikaribû hêrsa di hundurê wan de bibînim.

“Min fikirîn ku ew ê bibe alîkar ku baweriya wan were vegerandin, ji bo vegerandina hêza ku hatye  hindakirin.

Di sala 2018-an de, Taban anî Katîe Brown ,  ku boksorek profesyonel a berê ye, u  ew wê Natîfu û jinên cihal ên din perwerde bikira, ku bi  boksê bikin û jinen din perwerde bikin.

Bi vî awayî bernameya “Xwişkên Boksê” çêbû û ji hingê ve, li gorî Natîfa, wê zêdetirî sed keç û jinan hîn kir.

Di dema dersa dawî de,  nêzîkê 15 jinên cihal destikên boksê li xwe kirin û bi hevjînên sparîng re derb û kulm xistin dema ku Natifa talîmatan diqîre.

Di nav wan de Şaare Şeref Samîer ê, 21 salî . Ji destpêkê ve diçe dersa boksê ya Natîfeyê û dibêje ger roj bê ders derbas bibe bêzar dibe.

“Ew ji bo tenduristî û psîkolojiya me pir baş e,” ew dibêje piştî ku dora wê ye ku li çenteyê xe. “Em çiqas xemgîn û bêzar bin jî, gava ku em diçin dersan em her tiştî ji bîr dikin.”


Natifa dibêje ku her berxwedanek civatê ya destpêkê ya li hember  hîmbuna keçan li boksê   ji holê rabû dema ku feydeyên wê diyar bûn. Berê dihate gotin ku boks ne ji bo keçan e, lê wan dît ku endam bi hêztir bûne û tiştekî xirab tuneye.”

Bernameya “Xwişkên Boksê”  tenê yek ji wan pirojeyan e ku ji hêla Lotus Flower ve tê rêve kirin da ku jin û keçên Iraqî yên ku ji pevçûnan bandor bûne bi hêz bike da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.Di nav wan de qursên xwende-nivîsendetiyê yên mezinan, piştgirî ji bo karsaziyên piçûk ên bi pêşengiya jinan, terapiya hunerî, û perwerdekirina jinan ku bibin navbeynkar û parêzvanên aştiyê ne.

Taban ev rêxistin di sala 2016an de damezrand, du sal piştî ku wê dev ji karê xwe li Londonê berda û vegeriya Kurdistana Iraqê ji bo ku alîkariya çareserkirina qeyrana mirovî ya li wir çêbibe. Wê di xizmetên piştevaniyê de ji bo jinên jicîhûwar kêmasiyek dît. Vê mehê, The Lotus Flower yek ji heft rêxistinan bû ku Xelatên Nûjeniya NGO ya salane ya UNHCR-ê bi dest xist. Serketiyên îsal hemû rêxistinên bi pêşengiya jinan bûn ku bi penaberan, mirovên jicîhûwarkirî û civakên wan ên mazûvan re dixebitin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button