
Serokwezîr Nîkol Paşînyan, ku bi serdaneke fermî li Dewleta Qeterê ye, bi Emîrê Dewleta Qeterê Şêx Tamîm Bîn Hamad Al Tanî ra hevdîtinek pêk anî.
Emîrê Qeterê pêşwaziya Serokwezîr Paşînyan kir, têkiliyên cîrantiya baş û pêbaweriya di navbera Ermenistan û Qeterê de bilind nirxand.

Nîkol Paşînyan spasiya pêşwaziya germ kir û pê bawer kir ku ev serdan wê di warê aborî û mirovahî de hêzeke nû bide hevkariya Ermenî û Qeterê.
Aliyan bi taybetî di warên aborî, teknolojiyên agahdariyê, zanistî, ragihandina hewayî, tûrîzm, çandê de pêşxistina têkiliyan girîng dîdin.
Serokwezîrê Ermenistanê Emîrê Qeterê vexwendibû serdaneke fermî bo Ermenistanê, ku bi kêfxweşî hat qebûlkirin.