PoliticsTop

Rewşa Larsa Jorîn çareseriyek bi lez dixwaze: agahiyên ji hevdîtina Kêrobyan û Rêşêtnîkov

Di 11ê Hezîranê de, Wezîrê Aboriyê yê Ermeîstanê Vahan Kêrobyan li xala kontrolê ya Larsa Jorîn, bi Wezîrê Geşepêdana Aborî ya Rûsyayê Maksîm Reşetnîkov re hevdîtin pêk anîbû. Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Aborî ya Ermeîstanê hûragahiyan pêşkêş dike li ser hevdîtina bi Vahan Kêrobyan û Maksîm Reşetnîkov ve.

Larsa Jorîn yekane xala kontrolê ye li ser sînorê Rûsya û Gurcistanê yê. Li herêmê di warê barkêşan de di rêza yekem de ye. Ji Adara 2021’an û vir ve ji bo ku kapasîteya nuqteya kontrolê zêde bibe xebatên ji nû ve avakirinê tên kirin.

“Rewşa Larsa Jorîn çareseriyek bi lez dixwaze, ji ber ku kamyon di nav 20-30 rojan de rêya Gurcistanê derbas dibin. Ev hilberên ku pargîdan û xerîdarên rûsî hewce ne. Rewş dê hîn aloztir bibe, ji ber ku demsala dirûnê jixwe dest pê kiriye”: got Wezîrê Aboriyê yê Ermeîstanê Vahan Kerobyan .

Tê payîn ku piştî ji nû ve avakirinê, xala kontrolê ya Larsa Jorîn 6,4 qat zêde bibe.

“Em hemî potansiyela zêdekirina kapasîteya nuqteya kontrolê di warê kontrolên teknîkî û belgeyî de fam dikin. Ji bo xurtkirina hevkariya bazirganî û aborî ya di navbera Rûsya û Ermenîstanê de ev şertekî sereke ye. Ji ber vê yekê xebatên ji nû ve avakirinê yên li vir bêyî rawestandina xebatên nuqteya kontrolê didome. Avanker soz didin ku di çaryeka sêyemîn a sala 2022’an de xebatên nûavakirinê biqedînin “: got Maksîm Reşetnîkov.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button