PoliticsTop

Hêviya berfirehkirina NATOyê ceribandineke nû ya jeopolîtîk e

Di lûtkeya NATOyê ya ku biryar e di 28-30ê Hezîranê de li Madrîdê were derbaskirin, rayedarên payebilind ên rêxistinê wê li ser konsepteke nû ya stratejîk, ku wê di deh salên tê de rêberiya hevpeymaniyê bike, gotûbêj bikin. Lê heta wê demê, di navenda nîqaşan de potansiyela berevaniyê ya blokê û geşedanên li Ukraynayê. Mijara endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê jî di qonaxa gotûbêjên aktîf de ye. Di rojên pêş de, dibe ku di 18ê Gulanê de, Nûnera Daîmî ya Fînlandiyayê li NATOyê serlêdana fermî ya endametiya di hevpeymaniyê de bike. Swêd jî heman armanca wê heye.

Vê perspektîfê re ne tenê parêzvan, dijber jî hene. Îhtîmala ku Fînlandiya û Swêd tevlî Hevpeymaniya Atlantîka Bakur bibin, ne tenê li Rûsyayê, li Tirkiyeyê jî bersiva hêrs nîşan da.

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn di axaftina xwe ya bi Serokê Fînlandiyayê re got, şaştî e, ku ew welat dev ji siyaseta kevneşopî ya bêalîbûna leşkerî berde. Piştre Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku nabe xeyalên ku Rûsya biryarên Swêd û Fînlandiyayê qebûl bike. “Piştî biryara Swêd ya endamtiya NATOyê, wê rewşa cîhanê bi awayekî radîkal biguhere” : cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got.

Serokomarê Tirkiyê jî bertekên neyînî nîşanî biryarê da. Enqere îhtîmala ku Stockholm û Helsînkî beşdarî NATOyê bibe qebûl nake.

“Welatên Bakur ji bo endamên PKK wek stargehekê ne.Rêvebirên berê di mijara Yewnanîstanê de xeletî kirin, hiştin ku ew welat bibe endamê NATOyê. Tirkiye wê nehêle heman xeletî careke din dubare bibe”: got Erdogan.

Pispora leşkerî Armîne Margaryan helwesta Enqereyê wek bingehek dilxweşkirina Rûsyayê dibîne. Ew dibêje, divê ev mijar di çarçoveya bûyerên Rûsya-Ukrayna de were nirxandin.

Li gorî Akademîsyen Rubên Safrastyan, daxuyaniya Erdogan li ser niyeta destpêkirina bazirganiya siyasî ye.

“Di vî warî de girîng e ku were fêmkirin Tirkiye çi dixwaze, çi bazirganiyê dike. Bi dîtina min ew bazirganî hem bi Amerîka û hem jî bi Rûsyayê re ye. Armanc him jî navxweyî ne ”.

Di sala 2023’an de li Tirkiyeyê hilbijartin hene û rêjeya Erdogan ketiye. Rewşa darayî û aborî ya li welêt Erdogan neçar dike ku gavên ku bandora wî ya li ser biryaran îsbat bike biavêje, dibêje Safrastyan.

Di vê navberê de gelek pisporên navneteweyî jî di wê baweriyê de ne ku pozîsyona Tirkiyeyê ya di blokê de her ku diçe sist dibe. Li gorî wî pêvajoya derketina Tirkiyê ji NATOyê mumkin tê dîtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button