PoliticsTop

Nirxandinên li ser hilweşandina hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê ne bingeh in: Paşînyan

Di rûniştina hikûmetê de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku yek ji encamên girîng ên hevdîtinên bi serokê Rûsyayê re bi çarçoveya çareseriya pirsgirêka Qerebaxê de destnîşankirina girîngiya erka navneteweyî ya Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE
e.

“Eger em zanibin ku hevserokên Koma Mînskê ya OSCE’yê yên Rûsya, Fransa û Amerîkî di rojên beriya serdana Moskovayê de serdana Ermenîstanê kirine, em dikarin bibêjin ku nirxandinên li ser hilweşandina hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê ne bingeh in”. got Paşînyan.

Serokwezîr bi zelalî dibîne ku hemû welatên hevserokatiyê li ser erka xwe ya ji bo çareserkirina Qerebaxê pabend in, tevî ku bûyerên Ukraynayê ji bo hevserokatiyê zehmetiyan afirandiye, ku bi hev re kar bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button