All NewsTop

Nîkol Paşînyan bi helkefta hatina sersala nû – Çarşema Sor ji nûnerên civaka êzdî yên Ermenîstanê re peyameke pîrozbahiyê şandîe

Li gor ku ji “Armenpress”ê ji Hikûmeta Ermenistanê hatiye ragihandin, di peyamê de wiha tê gotin:

“Nûnerên hêja yên civaka Êzidî yên Ermenîstanê,

Ez bi helkefta sersala we bi germî pîrozbahiyê dikim.

Sersala êzdiyên welatê me sala serkeftin, bextewarî û pirdengî, ji bo hemwelatiyên me yên êzdî ku ziman û kelepûra xwe ya netewî biparêzin û geş bikin, dixwazim.

Êş û şahiya me hevpar e. Îro em şahiya we parve dikin, û piştrast bin ku em amade ne wek bira xemên we parve bikin, ku pirsgirêkên civata we bala me ne.

Çarşema Sor hêvî û xewneke nû bi xwe re tîne, ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku di sala nû de herêma me aram, ewle be û ceribandinên dijwar di paşerojê de bimînin.

Silav ji bo we hevwelatiyên hêja.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button