SocietyTop

Wexta belayê çi bikin: avtoajo carna  sirê-dora gava nizanin

H’erke tö ber maç’êyî, dêmek tö beremberî t’esmîlbûna li belayê gavdikî. Delîva belayêda çi gere bikin?, gelek nizanin. Bela p’areveyî ser dö cûr’a divin- bi  pêvajoyê t’ezmînkirina safîbûyî û standart. Angorî h’alnivîsarê, welatê meda nîvê bela pêvajoya t’ezmînkirina safîbûyî t’exmîndike: çaxê dö avtomaþîne k’etine belayê, her t’enê bi ziyana mal û alîkî gönê xwe qebûlkirîye.

Ziyan jî, sirîya xweda, bi qîmetkirina alîyê ziyanêk’etî merza û R’ewanêda 100 h’ezar drama gere derbaztirneve, lê h’erke bela bi r’exp’ara “ASVA”-ê pêktê, R’ewanêda þêmîk döbaredive.

Artyom Nazaryan- Dewsgirtîyê serwêrê byûroya avtoewlek’arê Ermenîstanêyî îcrakirinê- Hûn h’emû delîvada dikarin him bi t’êla desta û k’ag’ezê t’amkin, lê h’erke we ya k’ag’ezê t’amkir, hûnê 100 h’ezar drama zêdetir t’ezmînê bistînin, lê h’erke we bi t’êla desta t’amkir, hûn dikarin h’etanî 200 h’ezar drama bistînin, lê h’erke delîv þeherê R’ewanêda bûye.

Wexta t’ezmînkirina safîbûyî hine let’îfî hene, k’îjana avtoajo borcdarin bizanvin. R’exp’ara t’êla destada h’emû tiþt safîye- salixê avtoajoyaye þexsî, seh’et, nav-nîþanê belayê, nav-nîþanê p’oþta ÿlêktronîyê, paþê 3 fotoþikil têne t’amkirinê.

Çend sanîya pey t’amkirinêr’a ne’me tê ser nav-nîþanê ÿlêktronîyê, bi serecema, wekî erk’ serfinyaz mîaserbûye,  her t’enê delîva stnedina e’lamnivîsara hemanda delîv hesavdive qeydkirî. Saxî, p’êþezan t’emîyê didin,  çawa wexta morkirina þertne’ma appa isa jî delîva belayêda nav-nîþanê ÿlêktronîyê r’ast binivîsin, wekî þaþ nînve.

Artak Xaçatryan- warê APPA-êda t’emîdarê bi xeta  gönek’arîyê û t’ezmînkirina- T’imê pirsgirêkê me hene, çimkî seva bajar’v’ana sadeye, divêjin  mêylekê binivîse idî, yeke hûn çi me dikin, ew mêyl mer’a nelazime, lê mêyleke isa lazime, wekî bajar’van bikarivin jê k’arêk’evin û destgihîþtina wan heve.

Pirsgirêka dinê þiklava tê girêdanê. Berne’me îzna her t’enê 3 þikla dide. Niha byûroya ê  ewlenivîsara de’w t’emsîlî hevaltîya berne’mekirinê kirîye- r’exp’ara ASVA-êda hejmara þikilê têne barkirinê zêdekin.

Artyom Nazaryan- Dewsgirtîyê serwêrê byûroya Ermenîstanêye avtoewlek’arayî îcrakirinê-  Lap zêde 3 fotoþikl gere bêne kirinê- çawa delîva e’lamne’ma k’ag’ezêdaye, isa jî bi r’exp’ara t’êla desta. H’ersê fotoþikla isa gere bik’þînin, yan vîdêok’iþandinê,  ferz nîne, wekî ev tiþt e’seyî qeydvin- ziyana herdö avtomaþîna û cîyê herdö avtomaþînaye döalî gere bêne xanê, yanî avtomaþîne pey belayêr’a k’îderê bûne- ser’a-ber’a gotî- herdö avto fotoþikilda bêne xanê.

Wê baþve, wekî þiklada isa jî hejmarnîþê maþîna bêne xanê. H’erke 3 þikil bes nînin, çi h’îmlî isaye, avtoajo dikarin þikilê zêde bik’þînin, paþê bi p’oþta ÿlêktronîyê biþînne li hevaltîya ewlenivîsarê- çawa serzêdaya t’emesûka. Tiþtekî din jî- avtoajo borcdarin pey belayêr’a nav 40 deqa t’êlêxne hevaltîya xweye ewlenivîsarê û derheqa belayêda bidine pêh’esandinê.

Artak Xaçatryan- warê APPA-êda t’emîdarê bi xeta  gönek’arîyê û t’ezmînkirina- Angorî qanûnê APPA-ê, 40 deqa gere derbaztirneve. Ew hima tîne li r’awestina yan hindava APPA-êda h’îmê r’êgrêsê pêþda tê, wekî peyt’ezmînkirinê bistînin.

Herke þöxöl hindava ya ewlenivîsarêda hatîye r’awestandinê, avtoajo gere safîkin bi çi h’îmî, pey safîkirinêr’a jî e’rzê t’emsîlî ya ewlenivîsarêke- bi salixdayîna zêde, wekî bûye h’îmê r’awestandinê. Avtoajo t’imê dikarin e’rzê isa jî t’emsîlî byûroyêkin- bi hîvîkirina safîkirina pirsê. Isa jî ferze bîra xweda xweykin, k’a k’engê îzin heye avtomaþîna cîbigöhêzin.

Artak Xaçatryan- warê APPA-êda t’emîdarê bi xeta  gönek’arîyê û t’ezmînkirina- Çetnaya herevferz hima cîgöhastine, lê h’etanî cîgöhastinê gere vîdomade yan fotoþiklê cîyê pey belayêr’a xweykirîvin, pey k’îjanêr’a dikarin cî bigöhêzin.

Eva derheqa ya safîkirîda, niha em derbazî pêvajoya t’ezmînkirina standartvin. Ev þax jî cûr’ekirîye- standart 1 û 2.

Artyom Nazaryan- Dewsgirtîyê serwêrê byûroya Ermenîstanêye avtoewlek’arayî îcrakirinê-  Pêvajo 1-ê t’ezmînkirina standart ew delîve, çaxê gazî polîsîa r’iya yan xizmetk’arîya qerewiltîyê dikin, alî tên niqitkê jêderk’etinê, salixa didine k’ivþê û PR’ yan ya qerewiltîyê wan salixa daxildinivîse li ösûla meye salixdayînê- bi cûr’ê ÿlêktronîyê, pisporê warê APPA-êda qîmetdikin k’î gönek’are û k’î gönek’ar nîne. Bi wî qeydeyî bawerbike t’emamîya bela mîaserdivin, k’îjan bi e’rzene’ma hevr’aqayîlkirî nînin, xêncî h’erke þöxölê sûck’arîyê tê vekirinê. Yanî, çaxê ziyana bedenî heye.

Qerewil hatin. Wekî din gotî, h’erke ê  ziyanêk’etî difikire, wekî maþîne ziyana  200 h’ezar drama zêdetir k’etîye yan alîk gönek’arîyê qebûlnake, gere t’êlêxne 1-02. Dîsa ev qeyde tê xevtandinê, çaxê sê û zêde maþîna zêdetir ziyanê ketine. Qerewil ser k’ag’ezê belayê þikildikin, salixê avtoajoyaye þexsî t’amdikin, saxtîdikin- bin t’esîra alkoholêdane, yan na, belayê têdinivîsin û goveka  blayê azadikin. Lê carna avtoajo bile h’etta delîva bela h’etanî 200 h’ezar drmada gazî k’oma qeyde dikin- seva ewlebûnê.

 R’afîk Pr’azyan- Qerewilê xizmetk’arîya CE-êye qerewiltîyê- Gele cara diqewime, ew ij kêmasîya xebîrbûna bajar’vanê me tê. Gele bajar’van nizanin, wekî mecal heye xwexa belayê qeydkin. Lê çi jî heve em çawa qölixçîyê qerewiltîyê, wê pirsêda, dilê xwe nakin, wekî k’omekê bidine her bajar’vanekî.

Niha derheqa t’ezmînkirinêda. H’erke avtoajo encamê qîmekirinêr’a qayîl nîne, yan gere nav dö r’ojê xevatê seva îmt’îhankirina  t’amkirinê e’rzê binivîse, yan nav  5 r’ojê xevatê- seva  îmt’îhankirina cara döda, lê k’îjan ya edakirinêye.

Artyom Nazaryan- Dewsgirtîyê serwêrê byûroya Ermenîstanêye avtoewlek’arayî îcrakirinê-   Îmt’îhankirina ziyanê bi 15 h’ezar drama mîaserdive, pêþtirî ziyana h’etanî 100 h’ezar drama, wexta k’îjanê edakirina seva  îmt’îhankirina cara döda 5000 drame. Lê îmt’îhankirina me’nîyê, çaxê meriv gönek’arîyêr’a qayîl nîne, seva wê 17 h’ezar drama edadike.

Levanînçîyê ösûla fînansîyê, eva dîsa nav-nîþaneke, k’îderê avtoajo dikare seva veqîmetkirinê xîtavve. Mûþêg’ Îsaxanyan, Arman T’ovmasyan, Ÿdmond Hakobyan, salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button