
Parlamêntara aşûrî ya Fraksiyona “Hayastan” a Meclisa Netewî ya Ermenistanê Zêmfîra Mîrzoêva, mijara hedefgirtina hûrgelên neteweyî yên li Tirkiyeyê li meclîsê anî ziman.
“Hedefa kêmîneyên netewî yên Tirkiyê berdewam dikin. Di Çileya 2020an de dê û bavê keşîşê dêrê yê aşûrî li Tirkiyê ji aliyê komek çekdar nenas ve hatibûn revandin. Piştre cenazeyê yek ji wan hat dîtin. Lê heta niha ev bûyera hovane derneketiye holê”: got parlamêntar.
Parlamenter destnîşan kir ku di nihêrîna ewil de wisa xuya dike ku ew qala bûyereke pir taybet dike, lê di rastiyê de ev destnivîsa bi sedsalan a Tirkiyeyê ye.
“Tirkiye firsendê ji dest nade ku tola xwe ji hindikahiyên netewî yên li hundirê welat hilîne. Gelên Ermenî-Asûrî bi vê destnivîsa qirker û sûcdar baş dizanin”: got Mîrzoêva
Parlamenter tekez kir ku Enqere jî suryaniyên, kurd û êzdiyan Sûriyê, Iraqê dike hedef.