PoliticsTopWorld

Di hevdîtina Pûtîn-Makro de xebatên Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê hatin nirxandin

Di civîna duh a Serokên Rûsya û Fransayê li Moskowayê de rewşa derdora Qerebaxê jî hat gotûbêjkirin. Vladîmîr Pûtîn û Emanuel Macron ji bilî mijara krîza Rûsya û Ûkraynayê, li ser mijarên din ên navneteweyî û herêmî jî rawestiyan.

Li gor malpera fermî ya Kremlînê, rêberên her du welatan tekezî li ser rola giring ya Koma Mînskê ya OSCE kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di şopandina rewşa derdora Qerebaxê de, wan rola erênî ya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê, ku parastina agirbestê misoger dikin û alîkariya avakirina jiyaneke aram dikin, nirxand.”

“Me girîngiya xebatên Hevserokên Koma Mînskê ya OSCE’yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên lezgîn ên mirovî, civakî-aborî yên li herêmê dubare kir”: di peyamê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button