All NewsPoliticsTop

Ermenistan û Amerîka 30 saliya damezrandina têkiliyên dîplomatîk pîroz dike

Ermenistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk pîroz dike û di vê derbarê de Wezareta Derve ya Ermenistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin.

“Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro 30 saliya damezrandina têkiliyên dîplomatîk pîroz dikin.

Ji serxwebûnê ve, Dewletên Yekbûyî yek ji girîngtirîn hevkarên navneteweyî yên Ermenistanê bû û berdewam dike, ku bi berdewamî piştgirî da bernameyên pêşveçûn û reforman li wî welatî.

Her wiha Ermenîstan weke hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê balê dikişîne ser tevlêbûn û siyaseta hevseng a DYA’yê di çareseriya aştiyane ya kêşeya Qerebaxê de.

Amerîka di gelek bûyerên girîng ên gelê me de li kêleka Ermenîstanê bû. Ermenistan, bi potansiyela xwe ya hindik ve, di têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî, aştî û ewlehiyê de beşdarî înîsiyatîfên Amerîkî bûye û piştgirî daye wan.

“Emerîka-ermenî di têkiliyên me yên dualî de kedeke giranbiha kirine û bi çalakiyên xwe yên aktîf di navbera dewletên me de pirek in.”

Em hêvîdar in ku hevkarî û sûdemendiya hev di pêşerojê de ji bo berjewendiyên her du gelên me destkeftiyên nû bi xwe re bîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button