Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê yê Komara Artsaxê Hayk Xanûmyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî, li Sênatoya Fransayê komeke navneteweyî ya derbarê Artsaxê (groupe d’information international) hatiye avakirin.
“Min li ser vê fikrê bi serokê piraniya Sênatoyê Brûno Rêtayo re di serdana xwe ya meha çirya paşin de li Fransayê axivî.
Xanûmyan di nivîsa xwe de wiha got: “Min spasiya sênator kir ji bo destpêkirina biryara Sênatoyê ya derbarê naskirina Komara Artsaxê de û pêşniyara avakirina komeke fermî ya li ser Artsaxê li Sênatoyê kir.