All NewsTop

Koma leşkerî ya hevpar a Ermenî û Rûsyayê li Syunikê tetbîqata leşkerî li derbas kir

Duh li yek ji dibistanên leşkerî yên herêma Syunikê, koma leşkerî ya hevpar a Ermenî-Rûsyayê tetbîqata leşkerî ya taktîkî pêk anî. Yekîneyên motor, tiving, tank, top û piyade ji bo paşvexistina êrîşa dijminê konvansiyonel di asteke bilind de tetbîq kirin.

Piştî dewreya aktîf ya tetbîqatê, eskerên payebilind hatin xelatkirin. Fermandarê komê general Tîgran Parvanyan bal kişand ser jêhatiya bilind a leşkerî û bikêrhatina xebatên hevpar ên komên cuda.

Li gorî wî, yek ji wezîfeyên sereke yên tetbîqatê pêşxistina çalakiyên lihevhatina hêzên çekdar ên du welatan bû. Parvanyan anî ziman ku leşkeran ew erk di asteke guncaw de bi cih anîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button